Sûriye; birîna ku kew nagire – Rauf KARAKOÇAN

Sûriye; birîna ku kew nagire – Rauf KARAKOÇAN
23 gulan, 2025   12:45

Ji roja HTŞ (Heyet Tehrîr El Şam) li Şamê hat ser desthilatê û bi vir ve, wekî ku ji berê de jî diha texmînkirin, diyar bû ku wê ne rêveberiyeke demdirêj be. Wek projeyekê hatibû amadekirin, bêyî ku tu astengiyên mezin derkevin pêşiyê xwe gihand Şamê û ji rêveberiya Baasê peywir dewr girt. Ev tev jî jixwe têra xwe gelek tiştan nîşan didin. Piştî vê dema di ser re derbasbûyî, wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) daxuyaniyek da û got şerê navxweyî li Sûriyeyê nêz e û dibe ku hikumeta Şamê heta çend hefteyan hilweşe.

Heke şerekî navxweyî li Sûriyeyê biqewime û hikumeta HTŞ'ê hilweşe, divê mirov li tiliyên hêzên derve bigere. Kî van hêzan fînanse dike, kontrol dike û bi kar tîne, wê deme xuya ye hin tişt li gorî dilê wan nîn in. Divê sedema şer di vê rewşa berevajî de bê dîtin.

Heke hesabên kesên ku dixwazin terorîzma îslamîst meşrû bikin û ji cîhadperestan rayedarên dewletan çêkin, neçin serî, wê deme jixwe dê şerekî navxweyî biqewime. Gelekî zehmet e ku pirsgirêka Sûriyeyê hel bibe ku DYA, YE, Îsraîl, Tirkiye, welatên Ereban û gelek aktorên din tê de cih digirin. Gelek malxwêyên hikumeta Şamê hene û ne mimkun e di rêvebirina Sûriyeyê de dilê hemûyan xweş bike.

Ev jî rastiyek e ku pirsgirêkên HTŞ’ê yên navxweyî têra xwe kûr in û dikarin rê li ber pevçûnan vekin. Heke şerekî navxweyî û hilweşandina hikumetê tê pêşbînkirin, di vir de pirsgirêka rasteqîn ew e ku hevkêşeya bi HTŞ'ê re hatiye danîn, aloz bûye.

Meseleya Sûriyeyê û rûdanên li herêmê zor daye dewleta Tirk ku bi Îmraliyê re peywendiyê çêke û ji bo “xurtkirina eniya navxweyî” netewedewlet ji nû ve tê dîzaynkirin. Ev yek jî belasebeb nîn in. Her çend bi şik û guman be jî, ev gava ku tu kesî texmîn nedikir ji Devlet Bahçelî hatiye. Klîkên desthilatê yên li Tirkiyeyê ne tenê MHP ye ku pêvajo daye destpêkirin û daxuyaniyên erênî dane. Her wiha divê mirov bandora derdorên ku pêvajo naçe xweşa wan jî bide ber çavan.

Heke em li aliyê neyînî yê şerê navxweyî yê Sûriyeyê bifikirin, em ê bigihêjin cihekî cuda. Aştiya Tirk û Kurdan xwedî wê potansîyelê ye ku li gorî berjewendiya xwe hevkêşeya herêmî veguherîne. Li gorî vê îhtîmalê, mirov dikare wek hemleyeke li dijî atmosfera pozîtîf a heyî binirxîne. Aliyên pêvajoya Îmraliyê bikin qurbanî, heke li şûna Tirkiyeyê li Sûriyeyê lîstikê tevlihev bikin, bi mentiqtir e.

Her wiha destkeftiyên ku dê ji şerê navxweyî de derkevin jî hene ku dê guhertina desthilatdariyê li Sûriyeyê pêk bîne. Beriya her tiştî dê rê li ber sîstemekê veke ku Sûriyeyeke ji zîhniyeta DAIŞ'ê rizgar bibe û di nava yekparebûna xwe de bi rêveberiyên xweser tê birêvebirin. Bidestxistina sîstemeke ku bikare bi cîhanê re baştir têkiliyê deyne, ji entegrasyonê re vekirî be û xwedî şêweyekî demokratik be, modelek e ku her kes dixwaze. Yekane alternatîf e ku gel û bawerî di nava ewlehiyê de bin. Nexwe Sûriye dê ji bo her kesî bibe kabûs.

Daxuyaniyên li ser şerê navxweyî yên çend hefteyan piştî hevdîtina rû bi rû ya serokê DYA’yê ya bi Colanî re ku di dema serdana Erebistana Siûdî de kir, di warê dema xwe de jî girîng in. Li şûna şerekî navxweyî yê spontane, senaryoyeke plankirî xuya dike. Berjewendiya kê tê de hebe, daxwaza şer ji wan tê.

"Sparteka" Trump a ji pênc xalan pêk tê ku danî ber Colanî jî, şer provoke dike. Ev her pênc xalên ku ji bo rakirina cezayên li ser Sûriyeyê, dê hevsengiya hundirîn a Sûriyeyê têk bibin. Mînak; radestkirina kampên DAIŞ'ê yên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji HTŞ'ê re, dê were wê wateyê ku artêşeke cîhadîst a amade berdin nava Sûriyeyê. Ev jî dê Sûriyeyê ji nû ve bixe hembêza DAIŞ'ê.

Hê ne diyar e bê ka hêzên derve yên ku li ser Sûriyeyê hev dixwin, dê Sûriyeyeke çi cureyî ava bikin. Lê li Sûriyeyeke ku ji ber şerekî navxweyî yê gengaz bêhtir biweste, ji nû ve sazkirina lîstikê wek rêyeke hêsantir tê tercîhkirin.

Meseleya Sûriyeyê êdî bûye birîneke ku kew nagire. Tê dîtin ku ev rewşa birîndariyê dê di dema pêş de jî dewam bike. Encama ji bo gelên li Sûriyeyê bê derxistin jî diyar e; xweparastin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku Kurd û Ereb bi hev re bi rê ve dibin, birêxistinkirî ye. Derfeta wê heye ku modela ku temsîl dike, li tevahiya Sûriyeyê belav bike. Bi Erebên sekuler, Durzî û Elewiyan re dikarin bi parvekirina çarenûsa hevpar, rewşa heyî mayînde bikin.

Heke gotinên wezîrê karên derve yê DYA’yê ku gotibû HTŞ dê ji desthilatdariyê bikeve û şerekî navxweyî rû bide, agahiyên îstîxbaratî yên cidî esas digirin, hingî divê mirov bi lez û bez rewşa de facto ya ku dê rû bide, baş binirxîne. Heke komkujiya li ser Elewiyan li ber çavan were girtin, divê modela QSD'ê li tevahiya Sûriyeyê were berbelavkirin û divê ev yek jî demildest bê kirin.

Şerê ku dê siberoja Sûriyeyê diyar bike, dibe ku ji niha û pê ve girantir bibe. Şikestina xetên fayê yên olî, mezhebî û etnîk ên zeîf, dê bandorê li her kesî bike. Li Sûriyeyê dê hewldanên ji bo çareseriyê yên xwecih û ferzkirinên ji derve dê teqez derkevin pêşberî hev.

Heke pirsgirêk bi perspektîfa çareseriyê ya li Îmraliyê were nirxandin, heke siberoja Sûriyeyê bi perspektîfeke berfirehtir bê xwendin û di aştiya Tirk-Kurdan de pêşketin çêbe, ev yek vebijêrka herî maqûl û gengaz e ku Sûriye bêyî xwînrijandinê bigihêje çareseriyê.