Rastiya Fermana 74’an -  DR. HAYRÎ HAZARGOL 

Rastiya Fermana 74’an -  DR. HAYRÎ HAZARGOL 
4 tebax, 2026   09:18

Fermana 74’an ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de rû da, ji bo Êzidiyan bû xala werçerxînê. Rastiyeke Êzidiyan a ku polîtîze bûye û xwerêxistinkirina xwe misoger kiriye heye. Êzidî dê bi dersên ku ji fermana 74’an derxistine jiyana xwe jinûve saz bikin.

Di sala 2014’an, rêxistineke hov a bi navê DAÎŞ’ê li Rojhilata Navîn bû gefeke mezin. Di demeke kurt de Mûsil û derdora wê dagir kir. Piştî kontrola Mûsilê, DAÎŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de berê xwe da Şengalê. Wê demê Şengal di bin destê pêşmergeyên PDK’ê de bû. Lê dema DAÎŞ’ê êrîş kir, pêşmergeyan bêyî ku li ber xwe bidin an fîşekekê biteqînin, Şengal terka qederê kir û reviyan. Bi vê yekê re Êzidî li hemberî ferman û komkujiyê bêparastin hatin hiştin. Ji ber ku hem PDK hem jî dewleta Iraqê baş dizanibûn ku gava DAÎŞ bikeve Şengalê dê qirkeriyê bike.

Beriya êrîşan, Rêberê Gelê Kurd hişyarî dabû PKK’ê û ji wan xwestibû ku Êzidiyan biparêzin. Li ser vê hişyariyê, pêşî komeke ku ji 12 gerîlayan pêk tê, hat şandin. Lê belê PDK’ê kemîn danî ber van gerîlayan û 3 ji wan dîl girtin. Gerîlayên din xwe gihandin Çiyayê Şengalê û li wir bi cih bûn. Dema DAÎŞ’ê êrîş kir û pêşmergeyan pişta xwe da Şengalê, vê koma gerîlayan mudaxele kir; hem pêşiya DAÎŞ’ê girtin hem jî gelê Êzidî yê ku xwe li çiya girtibû, parastin. Wan her tişt kir da ku Êzidî bi sax û silamet derbasî Rojava bibin. Jixwe bi êrîşê re bi sedan gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê bi hawara Şengalê ve çûbûn. Ji aliyê Rojava ve jî şervanên YPG û YPJ’ê ewlehiya korîdora rizgarkirinê girtin ser milên xwe; derketin Çiyayê Şengalê û bi hawara pêdiviyên lezgîn ên jin, zarok û kalûpîrên Êzidî ve çûn. Bi vê berxwedanê re gelê Êzidî ji komkujiyeke mezintir hat rizgarkirin.

Gava ku DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kir, bi hezaran Êzidî qetil kirin û avêtin gora komî. Bi hezaran Êzidî jî ku piraniya wan jin û zarok bûn revandin. Keç û jinên Êzidî li bazaran firotin û pêşkeşî mêran kirin. Ev rewş ji bo hemû mirovahiyê şermek mezin e. Ji vê êrîşa qirkirinê ya li ser Êzidiyan, beriya her tiştî welatên Rojhilata Navîn û pişt re jî tevahiya cîhanê berpirsiyar e. PDK û Iraq jî bi rengekî taybet berpirsiyar in, her wiha ew sûcdar in.

Mirovahiyê çawa ku dît kî berpirsiyar e û kî sûcdar e, bi heman awayî dît ka kîjan hêzan bi fedakariyeke mezin Êzidî parastin. Di vê bûyerê de hat dîtin ku PKK çi cûre rêxistin e. Hêzên gerîla bi hemû hebûna xwe ve berê xwe dan Şengalê û bi sedan ji wan di demeke kurt de xwe gihandin Çiyayê Şengalê. Gerîlayan nuqteyên stratejîk ên Şengalê girtin û rê li ber pêşveçûna DAÎŞ’ê birîn.

Di vê pêvajoyê de DAÎŞ’ê di heman demê de berê xwe da Hewlêrê jî. Li hemberî vê êrîşa DAÎŞ’ê jî dîsa koma mezin a gerîlayan û gelê Mexmûrê yê biçekbûyî bûn asteng. Di wê navberê de Hewlêr ber bi valabûnê ve diçû û PDK’ê jî xwe ji bo terkkirina Hewlêrê amade dikir. Lê belê gerîla û gelê Mexmûrê rêya Hewlêrê girtin, pêşî li DAÎŞ’ê birîn û paşê jî ew paşve birin. Bi vê yekê re, gerîlayên HPG/YJA-STAR’ê û gelê Mexmûrê rê li ber ketina Hewlêrê jî girtin.

Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî çûye Mexmûrê, li ser doşeka gerîlayan rûniştiye û minetdariya xwe ya ji gerîlayan re aniye ziman. Spasiyên Mesûd Barzanî yên ji gerîlayan re weke dîmen ji raya giştî te hatiye parvekirin. Dema ku DAÎŞ’ê berê xwe da Hewlêrê gerîlayên HPG’ê di nava amadekariyên ku her cure êrîşê pûç bikin de bûne. Wisa ku rê gotin ger DAÎŞ biketa Hewlêrê wê gerîla bihata, DAÎŞ têk bibira û Hewlêr bi dest xistiba. Kesên ku di wan salan de fedaîbûn û terzê şerê çalak dizanîn digotin ku wê encam bi vî rengî be. Jixwe ev rastî hatiye îspatkirin, yên ku DAÎŞ têk birine YPG-YPJ û gerîlayên HPG’ê bûn. Ji hezarî zêdetir gerîla ji Amed, Botan û qadên din ên gerîlayan derbasî Rojava bûne û di şerî li dijî DAÎŞ’ê de cihê xwe girtine.

Gerîlayan piştre berê xwe dane navenda Şengalê jî û Şengal ji DAÎŞ’ê paqij kirine. Li ser vê yekê Êzîdiyên li Rojava vegeriyane Şengalê. Dîsa Êzîdiyên ku PDK’ê li kampan digirtin hêdî hêdî derbasî Şengalê bûne. Her çend di van salan de gelek Êzîdiyan berê xwe da Ewropayê jî a niha Şengal gihîştiye ew atmosfera xwe ya berê.

Êzîdî vegeriyane Şengalê û hêza xweparastina ku li çiyayê Şengalê ava kiribûn, mezin kirine û xweparastina xwe ava kirine. Êzidiyên ku li rastî 74 fermanan hatine, fêm kirine ku ew bêyî xweparastin û rêveberiya xwe nikarin hebûna bidomînin. Ji ber ku dema ku DAÎŞ’ê êrîş dikir ger xweparastina wan hebûna wê nehiştiban ku DAÎŞ bikeve Şengalê. Wê DAÎŞ’ê li pêşiya wêrektiya Êzidiyan a bi ruhê Derwêşê Evdî bidîta. Êzidî gihîştine vê hişmendiyê. Ji ber vê yekê a niha li Iraqê daxwaza xwerêveberiyê dikin. Dixwazin hêzên wan yên xweparastinê hêza xwecihî ya resen be. Hewl didin bi Iraqê re entegrasyona demokratîk pêk bînin. Dixwazin weke perçeyekî Iraqê xwediyê xwerêveberiyê bin. Ger em bala xwe bidin 74 fermanan ew daxwaz rewa, guncan e û divê were qebûlkirin.

Tê gotin ku Iraq jî dixwaze li gel lihevkirinekê Êzîdiyan bistîne nava pergala xwe ya xwe leşkerî û siyasî lê belê dewleta Tirk û PDK li pêşiya vê yekê bûne asteng. Her wiha tê diyarkirin ku cihên gelek fermandar û pêşengên gel ên Êzîdî ji aliyên hêzên îstîxaratî yên PDK ji hêzên artêşa Tirk re hatine ragihandin û wan jî bi rêya SIHA’yan ew fermandar kuştine. Bi kurtasî dewleta Tirk bes ne li Behdînanê di heman demê de li Şengalê jî li gel hevkariya PDK’ê êrîşî hêzên xweparastin û avaniya civakî ya rêxistinkirî yên Şengalê kirine. Bi rastî jî bi hezaran rewşên bi vî rengî yên kuştinê pêk hatine.

Fermana 74’emîn a di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji bo Êzîdiyan bûye xala werçerxê. Êdî Êzîdî ne Êzîdiyên berê ne. Rastiyeke Êzîdiyan a polîtîk û xwebirêxistina pêk tîne, heye. Êzîdî wê li gel dersên ku ji Fermana 74’emîn standine, jiyana xwe ya ji niha pê ve jî sererast bikin.

Çavkanî: Rojnameya Yenî Yaşamê