Êrişên li ser Xezayê: 16 Filistînî hatin kuştin

Hate zanîn ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 16 Filistînî hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

Êrişên li ser Xezayê: 16 Filistînî hatin kuştin
23 gulan, 2025   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Parastina Sivîl a Xezayê ragihand ku di êrişên hewayî yên Îsraîlê yên şevê din ên li ser Xezayê de 16 Filistînî hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) jî piştrast kir ku balafirên bê mirov ên bi çek ên Îsraîlê deriyê têketina bajarê Dêr Belehê yê naverasta Xezayê zêdetirî 5 caran bombebaran kiriye. WAFA’yê da zanîn ku di encama vê bombebaranê de 10 Filistînî hatin kuştin û hin din jî birîndar bûn.

Hate zanîn ku Îsraîlê li nêzî xaçerêya Ebdulal a kolana Cela ya li Xezayê avahiyek bombebaran kir û di encamê de zarokek keçîn di nav de 3 Filistînî hatin kuştin. 

Hate ragihandin ku di bombebarana li herêma kampa Rojava ya li Xan Yûnisê jî 2 zarok hatin kuştin û bavê wan jî bi giranî birîndar bûye.

Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ji Cotmeha 2023'an û vir ve 53 hezar û 762 kes hatin kuştin.

(bb)