Li Awûstralyayê ji ber lehiyê  4 kes mirin, 50.000 kes asê man

Li Rojhilatê Awûstralyayê ji ber barana tund li eyaleta Başûrê Galler a nû lehiyên mezin rabûn.

Li Awûstralyayê ji ber lehiyê  4 kes mirin, 50.000 kes asê man
23 gulan, 2025   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li Rojhilatê Awûstralyayê Ji ber baranê  herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, nêzî 50.000 kes hîna di bin dorpêça avê de asê mane.

Polîs û tîmêm rewşa lezgîn, li herêmên di bin avê de mane xebatên paqijî û alîkariyê dimeşînin.

Zêdeyî 600 kes hatin tahliyekirin, hin kesan xwe spartin banên xaniyan û wesayîtan û bi helîkopterê hatin rizgarkirin.

Rayedaran hişyarî da ku lehî dibe sedemên rîskên mîna nexweşiyên belavok, mar û xeteriya elektrîkê.

Li bajarên mîna Kempsey û Taree mal û kargeh di bin avê de man. Hikûmetê rewşa afeta xwezayî îlan kir û çavkaniyên alîkariyê seferber kir.

Li gorî pisporan sedemê esas ê karesatê, zêdebûna germahiya ava behrê ya ji ber guhertina avhewayê û barana zêde ye. Serokwezîr Anthony Albanese li herêmê lêkolîn kir û rewş weke “tirsnak” pênase kir.