Sûdanî û Sîsî pêşxistina têkiliyên dualî gotûbêj kirin

Serokwezîrê Iraqê di serdana xwe ya Misrê de bi serokomarê Misrê re civiya. Di civînê de têkiliyên dualî yên her du welatan û rewşa Xezayê hat nîqaşkirin.

Sûdanî û Sîsî pêşxistina têkiliyên dualî gotûbêj kirin
27 tebax, 2024   20:00
NAVENDA NÛÇEYA

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrtiya Iraqê têkildarî naveroka hevdîtina serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û serokomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrtiya Iraqê wiha ye;

“Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro serdana Misrê kir û bi Serokomarê Misrê Ebdulfetah re civiya. Di hevdîtin de peywendiyên dualî yên her du welatan hatin gotûbêjkirin. Her wiha girîngiya pêşxistina alîkariyên hevpar ên di aliyên cuda de hatin guftigokirin ku bi awayekî di berjewendiyên Iraq û Misrê de bin.

Di civînê de behsa şerê Xezayê hate kirin û tekezî li ser mafê filistîniyan yê ji bo avakirina dewleta xwe ku Qudis weke paytexta wê be hate kirin. Sûdanî di civînê de got ‘Bêdengiya civaka navnetewî Îsraîlê teşwîqî wê yekê dike ku xetên sor binpê bike.’

Di dawiya hevdîtinê de li ser çend mijar û dosyayan gotûbêjên berfireh hatin kirin, bi taybet jî di warê petrol, çandinî û rêvebirina dosyaya avê de. Her du serokan tekezî bi wê yekê kirin ku pêşveçûnên li Rojhilata Navîn di navbera her du welatan de li gel welatên bira û dost pêwîstî bi koordîneyeke berdewam heye.”