DEM Partiyê pêşniyaznameya ‘Divê Kurdî bibe zimanê fermî’ kir

Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek mijara êrişên li ser zimanê Kurdî bir rojeva Meclisê û xwest zimanê kurdî bibe zimanê fermî.

DEM Partiyê pêşniyaznameya ‘Divê Kurdî bibe zimanê fermî’ kir
27 tebax, 2024   20:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan û Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengiz Çîçek astengiyên li ser zimanê Kurdî bir rojeva Meclisê û pêşniyaznameya lêkolînê da.

Çîçek di pêşniyaznameyê de diyar kir ku zimanê Kurdî û zimanên din ên zikmakî astengiyên li pêşiya van zimanan ên li saziyên dewletê ji avakirina komarê heta roja îro di meriyetê de ye û ev yek di pêvajoya OHAL’ê û “plana têkbirinê” de berbelav bû. Çîçek di pêşniyaznameya xwe de got ku her wiha gerandina govenda kurdî û guhdariya li stranên kurdî jî dibe sedema girtinê.

‘KURDBÛNÊ DIKIN SÛC

Çîçek di pêşniyaznameyê de da zanîn ku her tiştên li ser navê kurdî wek sûc tên dîtin û qebûlkirin û her awayê Kurdî û kurdan tê krîmînalîzekirin.

‘DIVÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ’

Çîçek di pêşniyaznameya xwe de destnîşan kir ku divê tavilê dawî li şer were anîn û rê li ber aştiyek birûmet û mayînde bê vekirin û dawî li pêşiya astengiyên li ser zimanê Kurdî bê anîn û wiha hat gotin: “Divê di her asta perwerdehiyê de mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî were nasîn û divê zimanê kurdî wek zimanê fermî were qebûlkirin.”