Iraqê bang li YEˊyê kir: Welatiyên xwe ji kampa Holê vegerînin

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî bang li dewletên YEˊyê kir ku welatiyên xwe yên di kampa Holê ya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de vegerînin.

Iraqê bang li YEˊyê kir: Welatiyên xwe ji kampa Holê vegerînin
27 tebax, 2024   19:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Rojnews'ê ragihand ku Ofîsa Ragihandinê ya Ewlekariya Neteweyî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî Qasim Erecî di civîneke li Brukselê ya NATOˊyê de, ku ji hêla balyozê Îtalyayî Marco Peronacci hatibû vexwendin ve, rêveçûnên bernameya hikumetê di aliyên siyaseta derve û stratejiyên Iraqê û helwesta wê ji bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin ve nîqaş kirin.

Di daxuyaniyê de Erecî bang li beşdaran kir ku welatiyên xwe yên li kampa Holê ya li Sûriyeyê vegerînin, ji ber ku mayîna vê mayîna vê kampê xeteriyeke mezin e. Her wiha Erecî got hevkariya bi NATOˊyê re di aliyên perwerdekirina hêzên ewlekarî yên Iraqê û sûdwergirtina ji pisporiyên NATOˊyê de dewam dike.

Girêdayî heman mijarê, Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi gelek boneyan bang li dewletan kir ku welatiyên xwe yên di kampa Holê de bikişînin. Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser gelek caran malbatên çeteyên DAIŞ'ê li gorî belgeyên fermî yên radestkirinê, radestî şandiyên dewletên wan kirin.

(mh)