Şoreş û Parastina Cewherî

Têgihîştina parastina cewherî bû encamek herî girîng a 12 salên Şoreşa 19’yê Tîrmehê. Bi vê feraseta ku bi berdêla 12 hezar û 301 şehîdan (jin û mêr) hatiye avakirin, îro hemû pêkhate jiyana hevpar ava dikin.

Şoreş û Parastina Cewherî
18 tîrmeh 2024   07:35
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Di 12 salên Şoreşa 19’yê Tîrmehê yek ji hişmendiya ku di nava civakê de hatiye belavkirin, têgihîştina parastinê.  

Parastin, têgeheke ku her sîstemekê li gorî feraseta xwe pênase û pergalek cihêwaz jê re saz kiriye. Lewma naskirina pergala parastinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelekî girîng dibe.

Têgeha “parastin” wekî, “Li hemberî êrîşeke ku dijîj jiyan an jî tişteke aydî mirovek, komikek, heywanek an jî komek heywanan û hemû zindiyan pêk tê, xweparastina wan” hatiye pênasekirin.

Ger ku parastin li hemberî êrîşekê be, pêdivî bi pênasekirina têgeha “êrîşê” jî heye.  Êrîş, wekî, “Li hemberî tiştekî yan jî zindiyekî ku wekî ‘nêçîr’ tê binavkirin kuştin, tunekirin, bêbandorkirin (tirsandin, girtin, birîndarkirin û hwd.) desteserkirin” hatiye pênasekirin.

Hemû zindiyên di xwezayê de xwedî mekanîzmayek parastinê ne. Ji bo mirovan heta ji bo sewalan parastin bi kombûnê gengaz e. Heywan an jî zindiyek din, ji zayînê ve xwedî refleksek parastinê ye. Hem bi tena serê xwe, hem jî bi komî mekanîzmaya parastinê pêk tînin.

Lê ji bo mirovan parastin hinekî cudatir e. Mirov dema nû tên dinyayê, xwedî parastin nîn e. Lewma heta ku di nava kombûnekê de nebe, nikare xwe biparêzin. Di vir de jî pêdivî bi civakîbûnê heye. Bêyî civakêmirov nikare bifikire, biaxive, tiştekî çêbike û biafirîne. Yanî civakîbûn mirovan, mirov jî civakîbûnê diafirînin.

Di civakîbûna yekemîn angot komikên klanan de li hemberî tehdîtên xwezayê parastin esas e. Mirovan li hemberî serma, baran, lehî, qerisîn û êrîşên heywanan li şikeftan jiyan kirine.  Ev jî wekî refleksa yekemîn a parastinê tên binavkirin. Ango parastina xwezayî ye.

PARASTIN JI WATEYÊ HAT DERXISTIN 

Piştî pêşketinên civakî û afirîneriyên madî êdî parastin û êrîş jî wateyek nû girtine. Di vir de li rex tunekirina fizîkî, êrîşên li ser nasnameyan jî destpê kirine. Çîrokên ku di mîtîlojiyan de hatine vegotin, yanî êrîş û parastinên klan, kabîle, eşîr û dewletan ên li hemberî hevudin, mînakên vana ne. Divê ku şerê di navbera zayendan de jî wekî mînak bê nîşandan.

Di vir de tişta ku divê mirov li ser bisekine ew e ku parastin ji wateya xwe hatiye dûrxistin û rengekî nû girtiye. Bi hîyerarşî û dewletê re, ji bo parastina berjewendiyên desthilatdariyê qanûn û hiqûq hatine avakirin. Li gorî vê yekê parastin ji bo hebûna desthilatdariyê heye. Yanî parastina ziman, çand, nasname yan jî baweriyekê mafekî xwezî û rewa ye, lê ger ku ev bi qanûnan hatibin qedexekirin, parastina wan dibe sûç. Di vir de parastin û êrîş cihê xwe diguherin. Li gorî qanûnan parastina ziman dibe êrîş, qedexekirin ji dibe parastin. Yanî mekanizmaya parastinê ji civakê hatiye stendin û bi saziyên wekî artêş, polîst û hwd. dijî civakê tê bikaranîn.

Bi taybetî li Kurdistan û Rojhilata Navîn netew, ziman, çand û erdîngarî hatin înkarkirin, komkujî hatin pêkanîn, qirkirinên li ser Kurd, Asûrî, Suryanî, Keldanî ji aliyê dîroknasan ve wekî mînak tên nîşandan. Ziman, çand, nasname û hemû nirxên wan hatin înkarkirin. Lewma parastina wan jî çênebû.

XWESERIYA DEMOKRATÎK Û PARASTINA REWA

Li gel têkoşîna Azadiya Kurdistanê parastin jî, ji nûve hat pênasekirin û rêxistinkirina civakê li ser vî esasî hate çêkirin. Ev jî wekî Parastina Rewa hate binavkirin. Bi gotineke din parast wekî, “ji bo parastina di her warî de, xwebirêxistinkirina civakê û di vê çarçoveyê de têkoşînkirin” hate pênasekirin.

Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna viya jî, civaka demokratîk wekî rêya çareseriyê pêşkêş dike û xwe birêxsitinkirinê girêdide esasên exlaqî û polîtîk. Li gorî vê kurd û netewên din pêwîste destpêkê parastina nirxên xwe pêk bînin, piştre jî bi hevre sîstema netewa demokratîk jiyanî bikin.

LI BAKÛR Û ROJHILATÊ SURIYEYÊ PARASTIN

Di pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê de jî, parastina cewherî ya gelan esas hatiye girtin. 

Sîstema parastinê bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re hat avakirin, lê bingeha wê xwe dispêre salên beriya wê. Di têkoşîna 10’an salan a Kurdan de tecrubeyên girîng hatibûn bidestxistin. Bi taybetî piştî komkujiya 2004 (Qamişlo), bingeha pergala parastinê hat avakirin. Li gundan û taxan komên xweparastinê hatin rêxistinkirin û ev xebat 14’yê Îlona 2011’yan wekî Yekîneyên Xweparastina Gel sazûmanî bû.  Heman salê tabûrên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatin avakirin. 

HÊZÊN PARASTINÊ 

Dema ku sala 2011’an li Suriyeyê jî pêla şoreşê destpê kir, li Rojavayê Kurdistanê jî, mijara parastinê hîn zêdetir derket pêş. Li gel xwepêşandanan, tora xweparastinê jî hat berfirehkirin. Di 19’ê Tîrmeha 2012’an jî, welatiyên ku xwe wekî YPG rêxistin kiribûn, li Kobanê bajar ji hêzên dewletê paqij kir. 

Bi şoreşa 19’yê Tîrmehê re êdî pergala parastinê li tevahiya beş û pêkhateyên civakê belav bû û di 12 salan de bû nûmuneyek. 

Jinên ku pêşengiya şoreşê kirin, 4’ê Nîsana 2013’an Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ava kir. Li bajarên ku hatine rizgarkirin, ji bo parastina civakê û nirxên wê 3’yê Cotmeha 2014’an Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) hatin avakirin. 30’ê Hezîrana 2015’an jî Hêzên Ewlekariya Hundir a Jinê hatin avakirin.

Di rewşa niha de Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) wekî beşên, “Ewlekariya Giştî, Hêzên Antîteror (HAT), Têkoşîna Bi Sûcan re, Mudaxeleya Lezgîn (Hawarî), Polîsên Trafîkê, Bendên Kontrolê, Odeyên Operasyonan, Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir û Ofîsa Koordînasyona Eşîran” pergal girtiye û kar dimeşîne.

HÊZÊN HEVBEŞ ÊN GELAN

Parastina ku li ser bingeha felsefeya netewa demokratîk hat avakirin, di nava 12 salan de tevahiya gelên din jî girt nava xwe. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî Kobanê kirin (15 îlon 2014), Kurd, Ereb, Turkmen, Suryan-Asurî û Ermenan bi hevre têkoşîn meşand. Ev jî bingehak xurt ji bo hêzên parastina hevbeş ava kir.

10’ê îlona 2014’an hêzên YPG’ê bi tabûrên Lîwa El-Tewhîd Şerqî, Siwar Reqa (Şoreşgerên Reqa), Tabûrên Şems El-Şemal ên girdayî tabûrên Fecer El-Huriye, Seraya Cerablus, Eniya El-Ekrad, Şoreşgerên Umenai (emîn) Reqa, Artêşa El-Qesas, Lîwai El-Cîhad Fî Sebîl Ellah re hêza hevbeş a bi navê Burkan El-Firat ava kir. 27’ê îlona heman salê li Serêkaniyê Odeya Parastina Hevbeş hate avakirin.

Bi avakirina van hêzên hevbeş re, ji bilî herêmên Kurdan, herêmên Ereb û Asuriyan jî hatin rizgarkirin. Ji Til Koçer heta Minbicê di xeteke gelekî mezin de bi sedan bajarok, û gund hatin rizgarkirin.

‘ME PARASTIN PÊŞ XIST’

Berpirsê Ofîsa Parastinê ya Kantona Cizîrê Mazlûm Seedo da zanîn ku civakê di nava aloziya Suriyeyê de rêxistinbûna xwe ya parastinê ava kiriye û got: “Me parastina civakê pêş xist da ku axa xwe, bajarên xwe biparêzin. Gel û şervanên YPG’ê karîbûn herêmê rizgar bikin û biparêzin.”

HÊZÊN CIVAKÎ

Li ser vî hîmê hatiye avakirin jî, roja 10’ê Cotmeha 2015’an bi beşdariya 13 hêzên leşkerî yên ji hemû pêkhateyan li Hesekê Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) hat îlankirin. QSD wekî sîwaneya hêzên leşkerî yên ku parastina xaka herêmên xweser dike erkek girîng girt ser xwe. 

Ji bilî hêzên leşkerî û asayîşê, bi armanca pêşxistina hişmendiya xweparastinê, di nava civakê de jî Hêzên Parastina Cewherî (HPC) hatin avakirin. Ev hêz bi temamî ji welatiyan pêk tên û jiyangehên xwe (gund, bajar, bajarok, tax) diparêzin.

‘EM WATEYA PARASTINÊ FÊM DIKIN’

Endama Hêzên Parastina Civakî - Jin (HPC-Jin) Wedha Wanikê bibîr xist ku beriya şoreşê hêzek wan a xweparastinê tunebû û komkujiya Qamişlo ya 2004’an mînak da. Wedha Wanikê diyar kir ku serhildana dijî komkujiyê bingehek ava kirin û got: “Bi şoreşa 19’yê Tîrmehê re jî êdî feraseta parastinê çêbû. Em weta û çawaniya têgeha parastinê baştir fêm dikin û niha bêyî ku xwe bispêrin hinek din, xwe diparêzin.”

Endamê Hêzên Parastina Civakî (HPC) Hesen Xidir Mihemed jî got: “Niha civak bêyî ku ji saziyekê alîkarî bixwaze, xwe bi xwe diparêze”

BERXWEDANA MEZIN

Feraseta parastinê ya hatiya avakirin, hem hemû beşên civakê hatine cem û jiyana hevbeş ava kir, hem jî dijî hemû êrişên komên çete û hêzên dagirker ên weke dewleta Tirk, berxwedanek mezin raxist ber çavan. Ya herî girîng jî hişmendiya “em dikarin xwe biparêzin” serwer kir. Di van 12 salên dijwar de 12 hezar û 301 şehîd hatin dayîn.

DI HEVPEYMANA CIVAKÎ DE PARASTIN

Sîstema Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, cihekî gelekî girîng dide parastinê û wekî “ev nebe nabe” tê dîtin. Lewre di Hevpeymana Civakî de  mijara parastin, şehadet û malbatên şehîdan wekî xalên sereke hatine bicîhkirin. 

Di madeya 23’yan de ji bo şehadet, malbatên şehîdan û birîndaran wiha tê gotin:

“Şehadet nirxekî herî pîroz e. Rêveberiya Xweser ji bo ku malbatên şehîdan, birîndar û dîlên di destê dijmin de bibin xwedî jiyaneke bi rûmet her cure îmkan û derfetê dide.

Di madeya 30 de erka parastinê wiha hatiye vegotin:

“Li hemberî her xeteriyeke hundir û derve, xweparastin mafekî rewa ye. Erka ferd û komên di bin banê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de jîn ew e ku eger dijî wan êriş pêk werin berevaniyê bikin û rûmeta xwe biparêzin.

Li ser heman mijarê madeya 111’an ji wiha dibêje: “Xweparastin mîsogeriya dewamkirina jiyanê ye. Li ser bingehê maf û erkê parastina hebûnê, pêwîstî hat dîtin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîstema xweparastinê bê avakirin ku têgihiştina xweparastina rewa û civaka demokratîk a birêxisinkirî wekî bingeha xwe dibîne.” Di heman xalê de QSD, YPJ, HPC, Hêzên Ewlekariya Hundirîn wekî hîmên sîstema xweparastinê hatine pênasekirin. 

Di sala 13’an a Şoreşê de dikare bê gotin ku pergala xweparastinê mayînde bûye, civak li ser vê ferasete jiyana xwe ava dike. 

(a)

ANHA