‘Em tev de li ser şopa ramanên Rêber Abdulla Ocalan in’
Şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewamkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got “Em li ser şopa raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dimeşin.”
Dewleta Tirk a dagirker tecrîda li Rêber Abdullah Ocalan didomîne û tu agahiyan der barê tenduristiya wî de nade. Li hember tecrîdê û sûcên dewleta Tirk, hêrsa gelê herêmê zêde dibe.
Şêniyê bi navê Yehya El Elî yê ji Dêrazorê têkildarî mijarê got: "Dewleta Tirk ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan banga azadiyê, jiyana hevbeş û aştiya di navbera pêkhateyan de dike, ew dîl girt.”
El Elî wiha domand: "Ew dibînin ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan li ser siyaseta wan a desthilatdar xeternak e, ji ber wê dewleta Tirk tecrîdê girantir dike ji bo ku ramanên wî li cîhanê belav nebin."
El Elî bang li rêxistinên mirovî û mafên mirovan kir ku helwesteke cidî nîşanî doza Rêber Abdullah Ocalan bidin û got: "Gelê herêmê dê têkoşîna xwe mezin bike heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixe."
Şêniya bi navê Sumeya El Xidir jî wiha axivî: "Dewleta Tirk dixwaze projeya neteweya demokratîk, Rêveberiya Xweser û destkeftiyên gelan tune bike, ji bo wê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan girantir dike."
Sumeya siyasetên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û got ew li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî ne. Sumeyayê bang kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, têkoşînê mezin bikin.
Şêniyê bi navê Hisên Omer ê ji bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê jî got: "Cîhan tev de vê rastiyê dizane; ne tenê kesayeta Rêber Abdullah Ocalan lê belê ramanên wî yên li Kurdistanê û cîhanê belav dibin, tên hedefgirtin.”
Omer diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan gelê Kurd, Ereb, Suryan û gelên din ji çewisandinê rizgar kirin û gihandin azadiyê.
Şêniya bi navê Lorîn Hacî jî tecrîd şermezar kir û got: "Em deyndarên Serokê xwe ne. Ji ber ku bi saya wî jin azad bûn."
Lorînê destnîşan kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan çareseriya doz û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn in û bi saya wî herêm gihaştiye vê qonaxê û dê ji bo azadiya wî ya fîzîkî her tim li qadan bin.
Şêniyê bi navê Basil Ebas jî tecrîd şermezar kir û destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ramana konfederaliya demokratîk pêşkêş kir ji ber wê tecrîdê lê giran dikin û wiha pê de çû: "Em tev de li ser şopa ramanên wî dimeşin. Rast e di girtîgehê de ye lê ramanên wî di hişê me de zindî ne."
Herî dawî parêzer Rêzan Sarica û Newroz Uysal 7`ê Tebaxa 2019`an bi Rêber Abdullah Ocalan re civiyabûn û 25`ê Adara 2021`an heta 5 deqeyan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivîbû, dûre peywendî hate birîn.
(şx)
ANHA
dêre zor