Li Minbicê têkildarî rêbazên xurtkirina jinan panel

Meclisa Jinan a Sûriyeyê têkildarî rêbazên xurtkirina jinan di biryardana stratejîk de bi beşdariya girse ya jinên kantonê li Minbicê panelek li dar xist.

Li Minbicê têkildarî rêbazên xurtkirina jinan panel
Li Minbicê têkildarî rêbazên xurtkirina jinan panel
Li Minbicê têkildarî rêbazên xurtkirina jinan panel
Li Minbicê têkildarî rêbazên xurtkirina jinan panel
Li Minbicê têkildarî rêbazên xurtkirina jinan panel
Li Minbicê têkildarî rêbazên xurtkirina jinan panel
18 tîrmeh 2024   17:06
MINBIC

Ji bo nîqaşkirina rêbazên xurtkirina jinan, Meclisa Jinan a Sûriyeyê li hola Nivîsgeha Mihemed Menla Xizêl a Minbicê panelek organîze kir. Di panelê de endamên Yekitiya Rewşenbîran, Desteya Perwerdê û Fêrkirinê, endamên Meclisa Jinan a Sûriyeyê, kesayetên jin ên serbixwe.

Di panelê de endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê-Nivîsgeha Reqa Sûad Mardînî têgeha xurtkirina jinan û rola wan di çareserkirina dozên civakê yên siyasî, civakî û aborî de şîrove kir û got: "Gelek hêmanên girîng hene ku em bigihînin xurtkirina jinan. Ji wan jî mafên jinan di diayrkirina bijarte û karînên wê di rêvebirina jiyanê de çi li hundirê malê û derveyî wê, hestkirina bi qîmeta xwe û mafên xwe yên gihandina madeyan. Her wiha derfet ji wan re werin danîn ku di pergala civakî û aborî yên li ser asta neteweyî û navneteweyî de xwedî bandor bin."

Sûad wiha domand: "Em dikarin gelek rêzgezên xurtkirina jinan bi awayekî kurt nîşan bidin, weke girîngîdayîna bi perwerdekirina jinan, pêşxistina wan di aliyê pîşeyî de ku projeyan bi pêş bixin. Avakirina fermandariyeke sazûmanî bi asta bilind ku wekheviyê bixe navbera her du zayendan û edaletê pêk bîne."

Dûre beşdaran nîqaş kir û got rê li pêş jinan dirêj e ku bigihînin armancên xwe û jinên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek gav di vê aliyê de avêtin. Jinên Sûriyeyî dikarin sûdê ji jinên herêmê wergirin.

Piştre endama rêveber a Meclisa Jinan a Sûriyeyê Suhêr Seloh li ser panelê axivî û got: "Di panelê de girîngiya nîqaşan li ser xurtkirina dayîna biryaran di aliyên derûnî, civakî û aborî de bû."

Suhêr di dawiyê de got: "Me behsa xurtkirina qanûnî jî kir. Her wiha ma bal kişand ser girîngiya sazkirina hevpeymana civakî ya jinên Sûriyeyê bi giştî ku xwe bispêre qanûna malbatê û hevpeymana civakî ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye."

(fr)

ANHA