Mayîna ku li ser pireke Dêrazorê hatibû bicihkirin, hat bêbandorkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a knatona Dêrazorê mayînek li ser pirekê hatibû bicihkirin, bê bandor kir.

Mayîna ku li ser pireke Dêrazorê hatibû bicihkirin, hat bêbandorkirin
18 tîrmeh 2024   17:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Yekîneya Pisporên Teqemeniyan a Dezgeha Ewlekariya Giştî mayîneke dij-zirxî ku li pira Cidêd Igêdat a li rojhilatê Dêrazorê hatibû bicihkirin, bê bandor kir.

Navendê anî ziman ku ji bo parastina welatiyan dorpêçeke ewlehiyê hate danîn û çûnûhatina erebeyan hate qutkirin, Yekîneya Pisporiyan bêyî tu zirareke çêbe, mayîn bê bandor kir û rakir.

(fr)