Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir

Îsraîlê duh gundewarên li ser sînor ên Lubnanê bombebaran kirin.

Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir
18 tîrmeh 2024   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Îsraîlê duh bajarokê Ebitron ê li başûrê Lubnanê bombebaran kir. Balafiran bêmirov ên Îsraîlê jî gundên bajarokê çiyayê El Betim, bajarokê Heniye û Zêqîn ên Lubnanê bombebaran kirin.

Malpera ‘Cenûbiye’ ya lubnanî, ragihand ku Îsraîlê bajarokê Ebitron û bajarokê Îta El Şeeb bi şev bombebaran kirine. 

Her wiha balafirên bêmirov ên Îsraîlê erebeyek li çiyayê El Batim ê parêzgeha Sorê, erebeyek li ser rêya di navbera bajarokê Heniye û Zêqîn de bombebaran kirin. Li gorî agahiyan, erebe ya endamekî Hizbullahê ye.

(şx)