Kongreya 4ˊemîn a Ciwanên Şoreşger bi dawî bû

Kongreya 4ˊemîn a Tevgera Ciwanên Şoreşger a ku duh li Hesekê hatibû lidarxistin, îro bi gelek encamnameyan bi dawî bû.

17 tîrmeh 2024   21:15
HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê duh li hola Serdem a Hesekê bi diruşma ˊBi rihê Şoreşa 19ˊê Tîrmehê em ê xwe bi rêxistin bikin, dagirkeriyê têk bibin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikinˊ kongreya xwe ya 4ˊçaremîn li dar xistibû.

Çalakiyên kongreyê yên roja duyemîn bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kirin. Dûre sînevîzyonek li ser perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan, pîrozkirina gerîlayên tevgera rizgariya Kurdistanê yên li çiyayên Kurdistanê, xebatên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat pêşkêşkirin.

Dûre endama Mala Gaziyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Laleş Êzidî axivî û lidarxistina kongreya 4ˊemîn li tevahî endamên ciwanên şoreşger pîroz kir.

Êzidî wiha got: "Bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan em ê tevahî herêman rizgar bikin, hêviyên şehîdên xwe yên ku di oxira tevahî pêkhateyên Sûriyeyê canê xwe daye de pêk bînin."

Laleş Êzidî bang li ciwanan kir ku xwe bi rêxistin bike ku bigihînin rastiye dagirkerên xaka Kurdistanê û wiha dawî li gotina xwe anî: "Îro li çiyayên Kurdistanê dijmin hewl dide bi tevahî rê û rêbazan tevgera rizgariya Kurdistanê têk bibe."

Dûre berdevka Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Efrînê Emîne Hec Ehmed rapora salê ya tevgerê xwend.

Her wiha paşê endama Yekitiya Jinên Ciwan Ronahî Efrîn rêziknameya tevgerê xwendin, piştî nîqaşkirinê hin guhartin di rêziknameyê de çêbûn.

Kongre bi gelek encamnameyan bi dawî bû û wiha ne; perwerdekirina ciwanan li ser bingeha fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, perwerdekirina ciwanên şoreşger li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî, vekirina dewreyên taybet bo ciwanan ji bo xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan.

(fr)