Li Efrînê 3 kes hatin revandin

Îstixbarata dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 3 kes revandin.

Li Efrînê 3 kes hatin revandin
Li Efrînê 3 kes hatin revandin
Li Efrînê 3 kes hatin revandin
Li Efrînê 3 kes hatin revandin
18 tîrmeh 2024   13:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih, îstixbarata dewleta Tirk a dagirker 12`ê Tîrmehê Selah Reşîd Gorîlo (20) û Mihemed Xelîl Hec Qenber (24) ku ji gundê Xilalka yê Bilbilê ne, revandine.

Çavkaniyan aşkera kir ku sedema revandinê jî, pêxistina agirê Newrozê ye ku 3 meh di ser re derbas bûne û da zanîn ku li beramber serbestberdana wan fîdye xwestine.

CARA DUYEMÎN FÎDYE XWESTIN

Piştî ku malbatan fîdye daye, çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker careke din her du ciwan duh revandine, ji bo ku careke din fîdyeyê ji malbatên wan bistînin.

Çavkaniyên din jî aşkera kir ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" şêniyê bi navê Mihemed Hesen Seydo (40) ê li gel dê û bavê xwe koçberî Helebê bûye, piştî vegeriya gundê xwe Kil Îbo yê bajarê Mabetayê bi 2 hefteyan, revandiye.

Her wiha çavkaniyan destnîşan kir ku Seydo serî li şaxeke "Polîsên Leşkerî" daye ji bo ku navên zarok û hevjîna xwe yên li Helebê dimînin, qeyd bike da ku ew jî vegerin gund, lê li wir tê revandin û ev 40 roj e aqûbeta wî ne diyar e.

Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî mirovahiyê û heta xwezaya Efrînê berdewam in. Dagirkerî dixwaze bi van sûcan demografiya Efrînê biguherîne û şêniyên resen koçber bike.

(şx)