Desteya Rêveberiyên Herêmî 8 bas dan Zanîngeha Kobanê
Desteya Rêveberiyên Herêmê û Şaredariya Kantona Firatê bi boneya 19ˊê Tîrmehê 8 bas wek diyarî dan Zanîngeha Kobanê.
![Desteya Rêveberiyên Herêmî 8 bas dan Zanîngeha Kobanê](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_669928b06ee52.jpg)
Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariya Kantona Firatê bi boneya salvegera 19`ê Tîrmehê daxuyaniyek da û anî ziman ku 8 bas diyarî zanîngeha Kobanê kirin.
Daxuyanî li pêşiya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Kantona Firatê hate dayîn.
Hevseroka desteyê Felek Yûsif daxuyanî xwend û got: "Yek ji mîrasa Şoreşa 19'ê Tîrmehê pêşxistina zimanê Kurdî, avakirina peymangeh û zanîngehan bû."
Felek Yûsif diyar kir ku bi boneya salvegera Şoreşa 19` Tîrmehê 8 bas diyarî Zanîngeha Kobanê hatin kirin.
Her wiha hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim spasiya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan kir û wiha got: "Çawa saziyên me xwedî li me derdikevin, em jî wek zanîngeh dê di demên pêş de xwendekarên xwe yên derbiçin diyarî van saziyan bikin."
(sş/fr)
ANHA