Eşîrên Ereb û Kurd: Ji bo çareseriyê diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî bingeh e

Eşîrên Ereb û Kurd ên li kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqezî bi girîniya diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk her tim banga wê dike, kir.

Eşîrên Ereb û Kurd: Ji bo çareseriyê diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî bingeh e
Eşîrên Ereb û Kurd: Ji bo çareseriyê diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî bingeh e
Eşîrên Ereb û Kurd: Ji bo çareseriyê diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî bingeh e
Eşîrên Ereb û Kurd: Ji bo çareseriyê diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî bingeh e
Eşîrên Ereb û Kurd: Ji bo çareseriyê diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî bingeh e
Eşîrên Ereb û Kurd: Ji bo çareseriyê diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî bingeh e
Eşîrên Ereb û Kurd: Ji bo çareseriyê diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî bingeh e
18 tîrmeh 2024   18:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya çalakiyên bi boneya salvegera Şoreşa 19ˊê Tîrmehê de û bi hemwextî derxistina efûya giştî ji bo girtiyan a ji hêla Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hatiye derxistin, gelek şêx û rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd ên bajarên Til Birak û Til Hemîsê, fermandarên Meclisa Leşkerî ya Holê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bajêr li hev civîn.

Destpêkê, endamê Meclisa Leşkerî ya kantona Cizîêr Kanî Mihemed bixêrhatina şêx û rûspiyan kir û rola eşîran di destekdayîna QSDˊê de silav kir û got: "Bêyî hevkariyê em ê ji her êrişekê re bibin dirindeyeke hêsan. Her destwerdaneke biyanî bi armanca têkbirina ewlehiya li herêmê ye. Divê gel bi hemû pêkhate û baweriyan bi hevgirtiyeke xurt li hember her mêtingeriyekê bisekinin, nexasim jî dagirkeriya Tirk a ku hewl dide civakê têk bibe û derbeyê li binesaziya herêmê bide."

Dûre şêx û rûspiyên herêmê axivîn û got divê li hember her destwerdaneke biyanî li kar û barên herêmê were sekinandin.

Piştî civînê, şêx û rûspiyên eşîran daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de banga parastina yekitiya Sûriyeyê hat kirin û êrişên dewleta Tirk a dagirker bi tevahî şêweyan, sûcên wê li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê û sûcên wê li dijî penaberên sûriyeyî li Tirkiyeyê hatin redkirin.

Yek ji şêxên êla El Cibûr a Ereb, Şêx Ehmed Hewas El Mislit daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em şêx û rûspiyên herêma Til Birakê, Hol û Til Hemîsê bi boneya salvegera Şoreşa 19ˊê Tîrmehê ku banga azadî, demokrasiyê kiriye li vir amade ne. Em xelkê herêmê her destwerdaneke derve, êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê red dikin.

Em girîngiyê didin diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî ku Rêveberiya Xweser banga wê dike, da ku rê li pêş çareserkirina krîza Sûriyeyê were vekirin û vegera ewle ya penaberên sûriyeyî pêk bê.

Em bang li tevahî xelkê herêmê yê li derve dikin ku vegerin warê xwe û bi birayên xwe yên di QSDˊ de destkeftiyên gelê Sûriyeyê biparêzin.

Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo derxistina efûya giştî silav dikin.

Em li ser helwesata xwe ya parastina hermên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, em li dijî tevahî cureyên êrişan in, di serî de êrişên dewleta Tirk."

(fr)

ANHA