Pirtûkxaneya Şehîd Mistefa Mihemed Şikrî hate vekirin

Desteya Çand û Hunerê ya kantona Firatê bi boneya salvegera 8`an a şehadeta rojnamevan Mistefa Mihemed Şukrî pirtûkxaneyek bi navê wî vekir.

18 tîrmeh 2024   15:46
EYN ÎSA

Desteya Çand û Hunerê ya kantona Firatê pirtûxaneyek bi navê nûçegihanê Ronahî TV Mistefa Mihemed vekir. Şehîd Mistefa dema pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê dişopand şehîd bû. 

Bi dehan şêniyên bajêr, koçberên bajarê Girê Spî, endamên sazî û komîteyên Meclisa Bajarê Girê Spî tev li merasîma vekirina pirtûkxaneyê bûn.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Bajarê Girê Spî Hezza Mihemed axivî û got: "Vekirina vê pirtûxaneyê li bajarê Eyn Îsayê ku cihên wiha lê kêm in, gelek girîng e.

Endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Eyn Îsayê Emel Reşo balkişand ser girîngiya belavkirina çandê bi rêya vekirina pirtûxaneyê û got: "Di vê demê de ku her kes bi medya dijîtal mijul bûye, vekirina pirtkûxaneyê gelek girîng e."

Pirtûkxane ji aliyê dayîka şehîd Mistefa Mihemed ve hate vekirin.

Pitûkxane li nêzî avahiya Meclisa Bajarê Girê Spî ya li bajarê Eyn Îsayê ye. tê de 600 pirtûkên siyasî, çandî, zanistî, dîrok û bi zimanên cuda hene.

(şx)

ANHA