PJAK’ê salvegera 19’yê Tîrmehê pîroz kir: Her serkeftî bin

Hevserokatiya PJAK’ê salvegera şoreşa 19’yê Tîrmehê pîroz kir û ev peyam da: “Em bawerim çawa berxwedana dijî DAIŞ’ê bû mînakek dîrokî, wê berxwedana we ya dijî êrişên faşîstî yên Tirkiyeya piştevana DAIŞ’ê jî bibe rûmetek dîrokî.” 

PJAK’ê salvegera 19’yê Tîrmehê pîroz kir: Her serkeftî bin
18 tîrmeh 2024   14:43
NAVENDA NÛÇEYAN

 Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi minasebeta 12’emîn salvegera Şoreşa 19’yê Tîrmehê (2012), li ser malpera xwe ya fermî peyamek weşand.

Peyama ku ji bo Hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhiltê Sûriyeyê hatiye nivîsandin de, wiha ye:

“Em 12’emîn salvegera destpêkirina şoreşa gelan li Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li we û hemû gelê herêmê pîroz dikin. Ew şoreş bû sembol û îlhama azadîxwazî û jiyana hevbeş û demokratîk a gelan. Niha neteweya demokratîk ji bo jiyana hemû gelan herêmê bûye rojeveke rişt û ciddî. Gelek berdêl ji wê şoreşê re hatin dayin û ew rêbaz bû çirûskek ji bo mirovahiyê. Em bi rêzdarî hemû şehîdên mezin yên YPG, YPJ, QSD û hemû hêzên parêzvanên vê şoreşê bi bîr tînin, silav û rêzên xwe pêşkêşî kedkar û karbidestên wê şoreşê dikin.

Em hêvîdarin ku çawa gelê me ew şoreş kirin hêviyek ji bo mirovahiyê, hûn jî wisa li beramberî êrişên terorîstî û faşîstî di parastina wê de serketî bin. Em dilniya ne ku çawa berxwedana we berbamberî DAIŞ’ê bû mînakeke dîrokî, berxwedana we ya beramberî êrişên Faşîstî yên Tirkiyeya piştevana DAIŞ’ê jî dê bibe rûmetek dîrokî ji bo hemû azadixwazên cîhanê. Hêviya me û hemû dilsozên wê şoreşê ew e ku di pêkanîna jiyaneke hevbeş, azad, demokratîk û ekolojîk de jî serketî bin, bigihîjin armancên xwe.”

(a)

ANHA