Ji bo şehîd Ekîn Amanos merasîmek hat lidarxistin
Li Hesekê ji bo gerîlaya YJA-Starê Ekîn Amanos merasîma sersaxiyê hat lidarxistin.
Gerîlaya YJA-Starê Ekîn Amanos (Çinar Ehmed) 13’ê Tîrmehê li çiyayê Gabarê di berxwedana li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de şehîd bûbû.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ji bo şehîd Çinar konê sersaxiyê li ber mala malbata wê ya li taxa Telayaî veda û merasîmek hat lidarxistin.
Di merasîmê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Necah Hewas axivî. Necah di axaftina xwe de şehîdên azadiyê bi bîr anîn û der barê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de jî got: "Tu kes nikare îradeya gerîla bişikîne. Îrade û israra gerîla ku ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan girtine, ji tevahî çekên nûjen bi hêztir in."
Ji fermandarên YPJ’ê Evînar Denîz bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û soza şopandina xeta şehîdan da.
Xwişka şehîd Ekîn Hebûn Ehmed li ser wesiyeta xwişka xwe cilên wê yên gerîla li xwe kiribûn û soza şopandina rêya wê ta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Ekîn Amanos hat xwendin û radestî malbata wê hat kirin. Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.
(bb)
ANHA