Êrişên dagirkeriyê li Amûdê hatin şermezarkirin

Însiyatîfa Gel a bajarê Amûdê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê şermezar kirin û berxwedana gerîla silav kir.

17 tîrmeh 2024   22:21
QAMIŞLO

Di meşa ku ji aliyê Însiyatîfa Gel a bajarê Amûdê hat lidarxistin de hemû endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û şêniyên bajêr beşdar bûn.

Meş ji Qada Şehîd Cîhan a navenda bajarê Amûdê dest pê kir, heya Navenda Ciwanan dom kir.

Girseya meşê, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên PYDˊê û Kongra Star  bilind kirin û gelek caran dirûşmên “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bimire Xiyanet” û  “Ji Dagirkerî û Xiyanetê re Na” berz kirin.

Piştî ku girseya meşê li pêşiya avahiya ciwanan sekinî, li wir li ser navê Înîsiyatîfa Gel a bajarê Amûdê Hevserokê Meclîsa PYDˊê ya bajarê Amûdê Fûad Dekorî axivî.

Fûad Dekorî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û diyar kir ku gel tu carî li hember zilmê serî netewandiye û li dijî dagirkerî û zordariyê her tim li ber xwe daye.

Fûad Dekorî di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku dijmin her tim dixwazê derbasî nava gel bibe da ku bikare yekitiya di nava civakê de perçe bike  û lewaz bike.

Dekorî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li hember êrişan çekên herî mezin yekitî ye û got wê hêza gel dara berxwedanê av bide û mezin bike.

(bm)

ANHA