Çete bi hev ketin: 3 çete birîndar bûn, çeteyek hate revandin

Li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê çeteyên dewleta Tirk bi hev ketin û di encamê de 3 çete birîndar bûn. Her wiha ji ber ku tev li xwepêşandanên li dijî dagirkeriya Tirk bûye, çeteyek hate revandin.

Çete bi hev ketin: 3 çete birîndar bûn, çeteyek hate revandin
17 tîrmeh 2024   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê rewş aloz e, çete bi hev dikevin û xwepêşandanên li dijî dagirkeriyê berdewam in.

Li gorî çavkaniyan, komeke çeteyan ji bajarê Cerabulsê ya li rojhilatê Helebê gule li erebeyeke din a çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên di bazirganiya narkotîkê de kar dikin, barandin. Di encamê de 3 çete birîndar bûne. Navên çeteyên birîndar wiha ne; Îmad El Izawî, Hisên Mihemed El Ebas û Îmad El Şihaze ku her sê jî ji Dêrazorê ne.

Her wiha heman çavkaniyan da zanîn ku li bajarê Babê piştî ku komeke çeteyan ciwanê bi navê Ebdurehman El Hekîm li nêzî firinê Zemo revandiye, hêrsa gel rabûye ku gelek rê girtine.

Çavkaniyên din jî ragihand ku destê hêzên dewleta Tirk di revandinê de heye ji ber ku El Hekîm tev li xwepêşandanên li dijî dagirkeriyê bûye.

Li bajarê Efrînê jî ji duh ve çeteyên "Feyleq Errehman" û çeteyên ji gundewarên Şamê bi hev ketin.

Navenda Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê jî ragihand ku komeke çeteyan êrişî mala serçeteyê "Cebhe El Şamiye" yê bi navê Ramî Mixîr a li bajarê Ezazê kiriye.

Li bajarê Bineş ê Idlibê jî, piştî ku çeteyekî "Heyet Tehrîr El Şam" bi qestî erebeya xwe li jinekê qeliband û kuşt, xwepêşandanan dest pê kir. Li beramber wê, çeteyan sewqiyatên leşkerî yên mezin anîn bajêr, da ku xwepêşandêran bitirsînin.

(şx)