Rojnamevan Silêman 268 roj e ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtiye

Rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, piştî 211 rojan agahî jê hat girtin. Parêzeran di 22’yê Gulanê de karîn hevdîtinê li gel Silêman Ehmed bikin. Silêman Ehmed 268 roj e di girtîgeha PDK’ê ya Dihokê de tê girtin.

Rojnamevan Silêman 268 roj e ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtiye
18 tîrmeh 2024   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan û edîtorê Rojnews’ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Sêmalka re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karîn hevdîtinê li gel de bikin. Rojnamevan Silêman Ehmed 268 roj e di girtîgeha PDK’ê de tê girtin.

22’yê Gulanê destûr hatibû dayîn ku parêzerên wî li girtîgeha Asayîşa Dihokê hevdîtinê pê re bikin.

Herî dawî 3’yê Hezîranê Dadgeha Sûc a Yek a Dihokê roja yekê ya rûniştina dadgehê Silêman Ehmed wek 30’ê Hezîrana îsal diyar kiribû. Lê dadgehê bi hinceta dadger ne amade ye û asayîşê kel û pelên rojnamevaniyê neşandine, dadgeh taloqî 29’ê Tîrmehê kiribû.