DAIŞˊiyek li Reqayê hat girtin

QSDˊê li gundewarê kantona Reqayê çeteyekî şaneyên DAIŞˊê girt.

DAIŞˊiyek li Reqayê hat girtin
18 tîrmeh 2024   17:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe nûçeyek da û diyar kir ku çeteyekî şaneyên DAIŞˊê li gundewarê kantona Reqayê hat girtin.

Navendê anî ziman ku Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî QSDˊê îro li bajarokê Kerame yê kantona Reqayê operasyoneke ewlehî li dar xist. TOLˊê di operasyonê de terorîstê bi navê ˊFayiz Ebdulmuhemedˊ ê ji gundê Xinêz ê Reqayê ku di amadekirina êrişên terorîst li dijî hêzên leşkerî, sivîl û avahiyên xizmetguzariyê yên Rêveberiya Xweser de çalak bû, girt.

QSDˊê diyar kir ku ew heta paqijkirina herêmê ji çeteyên DAIŞˊê operasyonên xwe dewam dikin.

(fr)