‘Gerîla zarokên me ne, em dev ji piştgiriya wan bernadin’

Şêniyên Tirbespiyê piştgiriya berxwedana gerîla li hember êrişên qirkirinê û dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker kir û hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re şermezar kir.

‘Gerîla zarokên me ne, em dev ji piştgiriya wan bernadin’
18 tîrmeh 2024   06:17
QAMIŞLO
RÊNAS RIMO

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka Tîrmehê ve êrişî herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê dike. Bi dehan gund li Başûr dagir kirine û xelkê wê koçber kiriye. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi xwe van gundan radestî dewleta Tirk dike û tev li êrişan jî dibe. 

Li hember vê hevkariyê û êrişan, gerîla li ber xwe dide. Hêzên leşkerî yên Iraqê jî heta niha tu helwestek nîşan nedaye.

Şêniyên bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê piştgiriya berxwedana Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad ên Star (YJA-Star) a li dijî siyasetên qirkirinê û dagirkirinê kir.

Şêniya bi navê Meqbûle Hisên berxwedan û têkoşîna gerîla silav kir û got: "Ji zêdetirî 40 salî ye gerîla ji bo gelê Kurd fedakariyan dike. Li hember siyasetên dagirkirinê û qirkirinê destanên lehengiyê xêz kirin û bi saya wan em nehatin qirkirin."

Meqbûleyê got ew piştgiriya gerîla dike û wiha domand: "Ew zarokên me ne ku ji bo me canê xwe feda kirin. Çi dibe bila bibe em ê piştgiriya wan bikin. Ew hêviya me ne ku em ê serkeftinê û azadiyê bi dest bixin. Gelek şerm e PDK`ê axa Başûrê Kurdistanê radestî dewleta Tirk bike. Xiyaneta malbata Barzanî ji doza gelê Kurd re, nayê qebûlkirin."

Şêniyê bi navê Mizgîn Lazgîn jî wiha axivî: "Gerîla gelê Kurd parast û hîna diparêze. Divê PDK`ê dev ji vê xiyanetê berde û piştgiriya gelê Kurd bike. Divê fêm bike ku vîna gelê Kurd û berxwedana gerîla dê ser bikeve."

Nefiye Yaxmûr jî piştgiriya gerîla kir û got: "Bi saya fedakarî û berxwedana wan a dîrokî, hebûn û mafên me parastin. Em dev ji projeya demokratîk û rêgeza Rêber Abdullah Ocalan û her şervanek li ser vê rêyê çû, bernadin."

(şx)

ANHA