Şopên êrişên li ser Şêxmeqsud

Di êrişên komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê ku dewleta Tirk destekê dide wan de, li Taxa Şêxmeqsud di avahî û wesayîtên  gel de ziyanek mezin  çêbû.

Şopên êrişên li ser Şêxmeqsud
8 ÇILE, 2026   11:28
HELEB

Komên çete êrişên xwe yên li ser Şêxmeqsud û Eşrefiyê bi awayekî hovane didomînin. Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê ragihandine, di êrişan de mal û  wesayîtên gel hatin hedefgirtin.

Di dîmen û wêneyên hatine kişandin de, tê dîtin ku avahî şewîtîne, wesayît hatine rûxandin û hilweşîn çêbûye.

Li hemberî êrîşan, berxwedana Hêzên Ewlekariya Hundirîn û gel jî bi tundî didome.

(ekib)

ANHA