Li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî hat ragihandin

Li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji bo piştgiriya serhildana gelên Îranê greva giştî hat ragihandin û bazar hatin girtin.

Li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî hat ragihandin
8 ÇILE, 2026   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor agahiyan,  îro li bajarên Sine, Îlam, Dîwander, Merîwan, Bokan, Ruwanser, Kirmaşan, Mehabad, Bane, Kamyaran û Loristanê welatî ji bo nerazîbûna li dijî hêzên rejîma Îranê û piştgiriya serhildana gelên Îranê greva giştî ragihandin. Bazar û cihên giştî girtî man.

Ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî xwepêşandanan destpêkirine. Xwepêşandanên ku di roja 12’an de didomin, tevî hemû zext û êrişên rejîma Îranê her ku diçe berfirehtir dibin.