Çeteyan navenda çandiniyê jî veguherand cihê êrişan

Komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê ku dewleta Tirk destek dide wan, avahiya navenda çandiniyê jî veguherand baregeha tang û çekên giran, ji vir êrişî Şêxmeqsud û Eşrefiyê dikin.

Çeteyan navenda çandiniyê jî veguherand cihê êrişan
8 ÇILE, 2026   11:16
HELEB

Li gorî agahiyên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şêxmeqsud û Eşrefiyê belav kirine, komên çete ku ev 3 rojin êrişî taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê dikin, navenda çandiniyê jî veguherandine cihê êrişan. 

Di dîmenên ku hatine kişandin de, tê dîtin ku avahiya çandiniyê bûye baregeh, tang û çekên giran hatine bicihkirin û ji vir êrîşî Şêxmeqsud û Eşrefiyê tê kirin.

Li gorî qanûnên navnetewî, nabe ku cihên sivîl û xizmetguzariyê ji bo êrişan werin bikaranîn.

(ekîb)

ANHA