SOHR: Malbatên efrînî yên li Kobanê bi krîzeke giran a mirovî re rû bi rû ne

SOHR`ê ragihand ku malbatên bi darê zorê ji Efrîna dagirkirî hatine koçberkirin, di nava şert û mercên giran ên zivistanê de bi krîzeke mirovî re rû bi rû ne.

 SOHR: Malbatên efrînî yên li Kobanê bi krîzeke giran a mirovî re rû bi rû ne
29 ÇILE, 2026   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) bi daxuyaniyekê ragihand ku bi dehan malbatên Efrînê ku koçberî Tebqa û Reqayê bûbûn, ji ber êrişên dawîn neçar man xwe li dibistanên li Kobanê bigirin.

SOHR'ê diyar kir ku li dibistanên Kobanê yên koçber lê dimînin elektrîk, av û alavên germkirinê nîn in û hate gotin: "Malbat ji ber şert û mercên giran ên zivistanê û kêmasiya pêwîstiyên bingehîn ên jiyanê bi krîzeke giran a mirovî re rû bi rû ne.”

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Ji ber ku alîkariyeke xurt a mirovî ji herêmê re nayê pêşkêşkirin, trajediya malbat di nav de ne kûrtir dibe."

Di daxuyaniyê de bi taybetî îşaret bi rewşa zarokan hate kirin ku ji ber serma û mercên giran ên li derveyî mirovahiyê bi rîska giran re rû bi rû ne û banga alîkariya lezgîn hate kirin.