Mamosteyên Til Temirê tev li seferberiya giştî bûn

Mamosteyên bajarê Til Temirê tevlêbûna xwe ya seferberiya giştî ragihand û piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) anî ziman.

Mamosteyên Til Temirê tev li seferberiya giştî bûn
Mamosteyên Til Temirê tev li seferberiya giştî bûn
Mamosteyên Til Temirê tev li seferberiya giştî bûn
Mamosteyên Til Temirê tev li seferberiya giştî bûn
Mamosteyên Til Temirê tev li seferberiya giştî bûn
29 ÇILE, 2026   13:44
HESEKE

Mamosteyên Til Temirê beşdarbûna xwe di seferberiya giştî de û pabendbûna xwe ya ji bo berdewamiya mîsyona xwe ya perwerdeyê ragihand.

Daxuyanî ji hêla hevserokê Rêveberiya Dibistanan a Til Temirê Ayhan Yûnis ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku mamosteyên dibistnan di vê dema aloz de li kêleka gelê xwe ne û piştgiriya xwe ya ji bo QSD û YPJ`ê radigihînin.

Mamosteyan diyar kir ku ew wek karmendên perwerdeyê li kêleka hemû saziyên din ên civakî, têkoşîna xwe ji siberojeke ewle û aram û parastina nirxên jiyana hevbeş û aştiya civakî berdewam dikin.

(k)