Li Wanê û navçeya Pirsûs a Rihayê gel ji bo Rojava daketin qadan

Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê li dijî êrişên qirkirinê yên li ser Rojavayê Kurdistanê bi tevlibûna hezaran kes meşeke li dar dixe.

Li Wanê û navçeya Pirsûs a Rihayê gel ji bo Rojava daketin qadan
29 ÇILE, 2026   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê ji bo balê bikşîne ser êrişên çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û komên ku piştgiriya xwe ji Tirkiyeyê digirin, ji ber Wan AVMê dest bi meşê kir û dê girse heta Parka Aştiyê ya Mûsa Anter bimeşe. Bi hezaran welatiyên Wanê li ber AVMê hatine cem hev û bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e” û “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” nerazîbûnên xwe tînin ziman.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlementerên DEM Partiyê yên Wanê, hevşaredarên bajarê mezin û navçeyan, rêveber û endamên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA û bi hezaran welatî di meşê de cih digirin.

Her wiha li navçeya Pirsûsê ya Rihayê jî Înîsiyatîfa Jinan a "Pêwîstiya Min bi Aştiyê heye" ji bo piştevaniya bi Rojava re daxuyaniyek da.

Jin li meydana Pirsûsê kom bûn û pankartek bi nivîsa "Piştgiriya Çeteyên HTŞ'ê tê wateya Komkujiyên li Sûriyeyê; Jin li kêleka Gelê Kurd ê Berxwedêr Disekinin" bilind kirin. Jinan gelek caran dirûşmeya "Jin jiyan azadî" berz kirin.

Hûrguliyên din dê piştre werin…