Çarçoveya Hemahengiyê nekarî namzetê serokwezîr diyar bike

Sekreterê Giştî yê Çarçoveya Hemahengiya Şîe ragihand ku diyarkirina namezetê serokwezîrê Iraqê ji bo roja Çarşemê hate paşxistin.

Çarçoveya Hemahengiyê nekarî namzetê serokwezîr diyar bike
20 nîsan, 2026   23:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Giştî yê Çarçoveya Hemahengiya Şîe Ebas Amirî, ji medyaya navxwe ya Iraqê re nagihand ku civîna diyarkirina namzetê Çarçoveya Hemahengiya Şîe ya ji bo postê serokwezîr ji bo roja çarşemê paşxistin.

Amirî di peyama xwe de got; “Atmosfera civîna îro ya Çarçoveya Hemahengî erênî bû. Ji ber ku hemû nerînên der barê namzetê serokwezîr de hatin pêşkêşkirin û nîqaşkirin. Lê vê mijarê pêwîstî bi hîn zêdetir dem heye.

Çarçoveya Hemahengiyê biryar da ku civîna xwe roja Sêşemê (sîbe) jî bidomîne û roja Çarşemê namzetek ji bo posta serokwezîr destnîşan bike.”