Nêrîneke rexneyî li peymana Şamê - Rauf Karakoçan

Nêrîneke rexneyî li peymana Şamê - Rauf Karakoçan
13 adar, 2025   11:15

Peymana rêveberiya Şamê û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê, ji raya giştî re hate aşkerakirin. Hate diyarkirin ku li ser niyet û xwestekên di peymanê de ku 10’ê Adarê hatiye îmzekirin, dê komîsyon bixebitin û heta dawiya salê bigihêjin encamekê.

Li Sûriyeyê çareseriya pirsgirêkan a bi diyalog, lihevkirin û rêbazên aştiyane daxwaza her kesî ye. Ya ku divê bibe jî ev e. Pirsgirêkên di navbera aliyan de, dîsa divê di navbera aliyan de bên çareserkirin. Bidawîbûna pêvajoyên dijwar û şeran, dawiya dawîn bi peymanan çêdibe. Aliyên ku pirsgirêkên wan hene, li hev kom dibin û li ser hin rêgezan li hev dikin û hewl didin pirsgirêkan çareser bikin.

Her çend gelek meseleyên civakî yên kûr hebin ku efûkirina wan pir dijwar be jî, di oxira aştiyê de mecbûr in xwe lê ragirin. Li hemberî vê rêbazê tu kes zêde îtiraz nake û heke empatî jî bê kirin, ez bawer im divê îtiraz neyê kirin.

Peymana Şamê jî divê di nava vê çarçoveyê de were dîtin. Diyalogeka di navbera aliyan de, muzakere û lihevkirin, têne xwestin. Heke dê ew peyman beşeke mezin a civakê biêşîne, zirarê bide wê û li ser navê aştiyê jiyana wan bixe xetereyê yan jî bihêle ku bi vî awayî were fêmkirin, ev jî mijara rexneyê ye.

Xala yekemîn a rexnekirina peymana Şamê, dema wê ye. Dema peymanê, heke bi zanebûn hatibe hilbijartin, bi niyeteke xirab e û gumanbar e. Heke tesadufî be jî, mijara rexneyê ye. Di demekê de ku komkujî li ser civaka elewî dewam dikin, xuyakirina bi qetlîamkeran re, girtina destê wan û lihevkirina bi wan re û nedîtina hesasiyetên civaka elewî, li ser vê peymanê lekeyek daniye. Heke hesasiyetên civakê bingeha peymanê ne, xuya ye guh nedane hesasiyetên elewiyan.

Rexneya duyemîn jî li ser madeya şeşemîn a peymanê ye. “Dewleta Sûriyeyê dê piştgiriyê bide têkoşîna li hember bermahiyên rejîma Esad û hêmanên ku ewlehî û yekitiya welêt tehdît dikin." Vê hevokê pêwîstiya xwe bi îzahatekê heye. 'Bermayiyên rejîma Esad' kî ne? Koma ku di vir de qala wan tê kirin, wek elewî tê fêmkirin. Rê li ber têgihaştineke wiha vekiriye. Elewiyên hatine qetilkirin bi hinceta ku alîgirên rejîmê bûn tên qetilkirin. Çawa ku dewleta Tirk bi hinceta PKK'ê Kurdên sivîl ên bêparastin qetil kirin. An jî çawa ku di serhildanan de bi deh hezaran kesên bêparastin qetil kirin.

Rayedarên dewleta Tirk vê yekê wek "provokasyona jin bo gurkirina pevçûna mezhebî" bi nav dikin. Xuya ye ew bi lez û bez hincetan ji komkujiya elewiyan re çêdikin. Bi aşkerayî pogroma elewiyan hatiye plankirin. Jixwe tu şik û guman nîn e ku kesên hatine kuştin ku di dîmenan de xuya dikin, mirovên bêparastin in.

Komkujiya ku li Sûriyeyê pêk hat ji bo elewiyan bûyera duyemîn a Kerbelayê ye. Divê wek raperîneke nû ya artêşa Mûawiye bê dîtin. Dema ku xwîna elewiyan bi tenê ji ber baweriya wan dihate herikandin, peymana Şamê çêbû û vê jî bandorek kûr li ser bawermendên baweriya elewiyan (Ereb, Kurd, Tirkmen, nîjada wan her çi dibe) kir.

Dema peymanê û naveroka xala şeşan, di warê wijdanî, mirovî, exlaqî û siyasî de civaka elewî nerehet kiriye. Elewî ji aliyê çeteyên cîhadperest-selefî ve ku pêkhateyên rêveberiya HTŞ'ê ya li Şamê ne, wek gefeke potansiyel tê dîtin.

"Mafê hemû sûriyeyiyan e di pêvajoya siyasî de werin temsîlkirin û beşdarî saziyên dewletê bibin, li ser esasê heqiyê bên mîsogerkirin bêyî li koka wan a olî yan jî ya etnîk binêrin." Madeya yekemîn a peymanê ev e lê ji ber ku komkujiya elewiyan hê jî dewam dike, ev gotin pêbawer nîn e. Aşkera ye ku tu sozên kujerên HTŞ'ê dê pêbawer nebin ku civaka elewî wek 'qetla wan qacib e” dibînin.

Peymana Şamê ku HTŞ a elewiyan wek 'bermahiyên rejîma hilweşandî' dihesibîne û dewleta Tirk alîgirên wê ne, di nava hemû endamên baweriya elewî de têgihaştineke dijber afirandiye. Ev têgihaştina dijber ku nayê xwestin, divê ji nû ve di ber çavan re bê derbaskirin û bi lêhûrbûna li ser hesasiyetên civakî, ji holê bê rakirin.

Sûriye di serdemeke zehmet re derbas dibe. Her peyman, müzakere û însîyatîfa dîplomatîk, divê dijminahiyên ji ber baweriyên mezhebî û etnîk û komkujiyên muhtemel li ber çavan bên girtin û bi wî awayî bên çêkirin. Têgihaştina ku bi vê peymanê hatiye afirandin ku mijara rexneyê ye, divê ji holê were rakirin.