Siyasetmedarê îranî: Îran ber bi pevçûneke demdirêj ve diçe

Berdevkê Eniya Demokratîk a Ehwazê, xwepêşandanên li Îranê wek encama zordariya siyasî, têkçûna aborî û cudakariya etnîk nirxand. Her wiha hişyarî da ku dewamkirina zordariyê dikare welêt ber bi pevçûneke dirêj û serhildaneke sivîl a berfireh ve bibe.

Siyasetmedarê îranî: Îran ber bi pevçûneke demdirêj ve diçe
7 ÇILE, 2026   05:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê Eniya Demokratîk a Ahwazê Tariq Casim diyar kir ku xwepêşandanên berdewam ên li Îranê ji pêlên hêrsa berê cuda ne. Casim diyar kir ku ew ne bûyer encama dîrokeke dirêj a zordariya siyasî, têkçûna aborî û polîtîkayên cudakariya etnîk a li dijî gelên ne Faris, wekî Erebên Ehwazê, Kurd û yên din in.

Tariq Casim ji ajansa me re axivî û diyar kir ku xwepêşandan di 28`ê Kanûna 2025`an de li Tehranê piştî xirabûna rewşa aborî û hilweşîna diravê neteweyî dest pê kir. Dûre ew li dehan bajarên li seranserê herêmên cuda belav bûn, bi sloganên siyasî yên li dijî rejîmê, rêxistinkirî, berfirehtir û wêrektir bûn.

Casim destnîşan kir ku serdema berfirehbûna xwepêşandanan krîza aborî ya dijwar e, her wha hilweşîna baweriyê di navbera civak û desthilatdaran de ji ber siyasetên tepeserkirin, darvekirin û gendeliyê, û hêrsa zêde ya komên etnîkî yên ne Farisî û berdewamiya polîtîkayên dûrxistin û cudakariyê. Her wiha rejîm nikare çareseriyên rastîn pêşkêş bike û tenê xwe dispêre kiryarên tundiyê.

Der barê rewşa ewlehiyê de, Casim diyar kir ku rayedarên Îranê bi bikaranîna "hêza zêde û tepeserkirina sîstematîk" bi rêya girtinên berfireh, gulebaran û qutkirina înternetê, bersiva xwepêşandêran dide. Casim destnîşan kir ku herêmên Ahwaz, Belûçistan û Kurdistanê rastî kiryarên herî dijwar ên tepeserkirinê tên, ji ber ku rejîm wan wekî gefek siyasî û nasnameyî dibîne.

Tariq Casim aşkera kir ku li gorî raporên mafên mirovan 21 xwepêşander hatine kuştin, nêzîkî 30 kesên birîdar bûne û nêzîkî 990 kesan hatine girtin, her wiha bûyer hemû ji medyayê têne veşartin.

Casim hişyarî da ku ev yek dewletê vediguherîne dijberê rasterast ê welatiyên xwe û rewşa nerazîbûnê kûrtir dike.

Casim diyar kir ku xwepêşandan dê ji hêla siyasî ve rewatiya rejîmê têk bibin û tecrîda wê zêde bikin, di heman demê de ji hêla aborî ve ew ê bibin sedema xirabûnek bêtir, revîna sermayeyê, û zêdebûna bêkarî û enflasyonê.

Tariq Casim destnîşan kir ku her çareseriyek ewlehiyê bêyî guherînek rastîn a siyasî dê demkî bimîne û dibe ku dîsa biteqe.

Casim da zanîn ku dibe li welêt pevçûnek demdirêj û vekirî ve biçe û eger daxwazên pêkhateyan hemû bibin yek, derfetên serhildaneke sivîl zêde dibin. Casim da zanîn ku di soberojê de dê parçebûna di hundirê rejîmê de zêde bibe û rola neteweyên ne Faris zêde bibe.

Tariq Casim wiha dawî li axaftina xwe anî: "Peyama xwepêşanderan zelal e, gelê Îranê jiyaneke birûmet, mafên mirovan û siyasî û dewleteke ku rêzê li cihêrengiya etnîk û çandî digire dixwaze." Casim bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi eşkereyî binpêkirinan şermezar bikin, piştgirîya mafên gelê Îranê bikin, ji bo rawestandina darvekirin û girtinên keyfî û şandeyên lêkolîna rastiyan ên navneteweyî yên serbixwe bişînin Îranê.

(k)

ANHA