Peyama jineke koçber: Hevgirtina me pir girîng e

Hêvîn jineke ji Efrînê koçber bûye û li stargeheke li Reqayê dijî, ji bo xwedîkirina zarokên xwe karê dirûtinê dike. Hêvîn dibêje ew carinan bê pere cilan ji koçberan re didirû û behsa girîngiya hevgirtin û alîkariya di navbera koçberan de kir.

Peyama jineke koçber: Hevgirtina me pir girîng e
Peyama jineke koçber: Hevgirtina me pir girîng e
Peyama jineke koçber: Hevgirtina me pir girîng e
Peyama jineke koçber: Hevgirtina me pir girîng e
Peyama jineke koçber: Hevgirtina me pir girîng e
7 ÇILE, 2026   06:15
REQA
DÎMA MIHEMED

Hêvîn Ebdulqadir Birîm (39) bi darê zorê ji Efrînê koçber bûye û dayika 3 zarokan e. Hêvîn ji ajansa me re hûrgiliyên jiyana xwe ya dijwar piştî koçberiya ku ji ber êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê çêbûye û çawa ew niha hewl dide jiyana xwe di stargehan de bi rê ve bibe, vegot.

Hêvînê diyar kir ku di destpêka Çileya 2024`an de di êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser herêma Şahbayê de hevjînê wê jiyaa xwe ji dest da, lewma te bi tena serê xwe ma û barê xwedîkirina zarokên wê girantir bû.

Hêvînê da zanîn ku piştî êrişa çeteyên dagirkeriya Tirk ew neçar man ji herêma Şahbayê derkevin û ber bi Reqayê ve biçin. Hêvin niha ligel zarokên xwe li Dibistana Omer Ibn El Xetab dijî, ku ji bo koçberan bûye stargehek.

Hêvînê got jiyana li stargehan ne hêsan e, ji ber qerebalixa zêde, kêmbûna avê û şert û mercên jiyanê yên dijwar. Wê destnîşan kir ku rêxistinên mirovî di destpêkê de alîkarî peyda kir, lê berî 7 mehan ev alîkarî rawestiya û tu lênêrîna tenduristiyê yan piştgiriya berdewam nemaye.

Hêvînê da zanîn ku ji ber sermaya zivistanê rewşa koçberan dijwartir bûye, ji ber nebûna sotemeniyê, alavên germkirinê û kelûpelên bingehîn ên malê yên wekî cilka, betanî û doşekan.

Hêvîn niha ji bo debara xwe û zarokên xwe karê dirûtina cilan dike, pîşeya ku wê di 15 saliya xwe de fêr bûye. Hêvînê got wê makîneyeke dirûtinê kirî û dest bi xebatê kir, bi bihayên kêm cilan ji bo koçberan didirû, û carinan jî bo kesên xizan bê pere jî didirû. Hêvînê diyar kir ku ev kar dahatek domdar payda nake, lê ew alîkariya wê dike ku hin hewcedariyên zarokên xwe peyda bike û barê malbatên hewcedar sivik dike. Hêvên dibêje ku jib r nebûna piştgiriyê, alîkariya hevbeş û hevgirtina di navbera koçberan de bûye girîngiyek.

Der barê vegera bo Efrînê de Hevînê xwesteka xwe ya vegera bajarê xwe anî ziman û diyar kir ku rewşa ewlehiyê ya heyî destûrê nade vê yekê. Hêvînê xwest hêzên dagirker û çeteyên wan ji bajarê wê derkevin da ku bikarin bi ewle vegerin malên xwe.

(k)

ANHA