Li kampên koçberên Efrîn û Şehbayê nexweşiya grîbê zêde bûye

Li kampên koçberên Efrîn û Şehbayê yên li Tebqayê hejmara kesên ku bi grîbê ketine zêde bûye.

Li kampên koçberên Efrîn û Şehbayê nexweşiya grîbê zêde bûye
Li kampên koçberên Efrîn û Şehbayê nexweşiya grîbê zêde bûye
Li kampên koçberên Efrîn û Şehbayê nexweşiya grîbê zêde bûye
Li kampên koçberên Efrîn û Şehbayê nexweşiya grîbê zêde bûye
Li kampên koçberên Efrîn û Şehbayê nexweşiya grîbê zêde bûye
Li kampên koçberên Efrîn û Şehbayê nexweşiya grîbê zêde bûye
Li kampên koçberên Efrîn û Şehbayê nexweşiya grîbê zêde bûye
7 ÇILE, 2026   02:35
TEBQA

Ji ber sermaya zivistanê û nebûna binesaziyê di nava stargehan de, koçberên ji Efrîn û Şehbayê yên li kantona Tebqayê êşa şert û mercên mirovî yên dijwar dikişînin. Ev yek bûye sedema belavbûna nexweşiyên demsalî û dermankirina wan dijwar kiriye.

Der barê vê mijarê de koçbera bi navê Gulistan Şêxo ku li Kampa Azadî ya li Tebqayê dijî, got şert û mercên li kampê pir dijwar in. Kolan tijî av û heriyê ne, şilbûna zêde ya di hundirê konan de bûye sedeme sereke ya belavbûna nexweşiyan, bi taybet di nava zarokan de.

Gulistanê got dermankirin bê sûd e, ji ber ku piştî dermankirinê zarok dîsa vedigerin wan konên sar û kevn, ev yek tenduristiya wan xirabtir dike. Gulistanê destnîşan kir ku zarok tevahiya salê nexweş in, ji ber ku kon wan ji sermaya zivistanê yan germahiya havînê naparêzin.

Şêrîn Reşîd a xebatkara tenduristiyê diyar kir ku di demên dawîn de di nav zarok û mezinan de li Kampa Azadî nexweşên grîbê zêde bûne. Şêrînê destnîşan kir ku kamp pir sar e û zarok demên dirêj li derveyî konan di şert û mercên ne guncaw de derbas dikin, ev yek belavbûna nexweşiyê zêde dike û dibe sedema giranbûna rewşa nexweşan.

Şêrînê destnîşan kir ku zêdebûna hejmara nexweşan bûye sedema kêmbûna hin dermanan, bi taybetî dermanên kêmkirina tayê û antîbiyotîkan, û her weha kêmbûna alavên parastinê yên wekî maske û lepikan. Ev yek bêtir dibe sedema belavbûna nexweşiyên wekî grip û sermayê.

Klînîka Kampa Azadî xizmeta 840 malbatên ku li kampê dijîn dike. Li kantona Tebqayê 2 hezar û 400 malbatên koçber dijîn. Ev malbat li sê kamp û 31 stargehên demkî belav bûne. Hejmara kesên ku ji Efrîn û Şehbayê bi zorê koçber bûne û Tebqayê dijî 13 hezar kes e , her wiha kantona Reqayê hezar û 200 malbat, li bajarê Hesekê hezar û 950 malbat, li bajarê Qamîşlî 2 hezar û 100 malbat û li bajarê Kobanî 350 malbat dijîn.

Koçberê bi navê Silêman Reşo diyar kir ku rewş bi hatina zivistanê re xirab bûye, bi taybet ji ber ku kon kevn in û nexweşiyên zivistanê belav bûne. Kolanên di navbera konan de bi av û heriyê tijî ne û hewceye di lezgînî ev rê bêne asfaltkirin.

Reşo da zanîn kir ku çareseriya rastîn a êşa koçberan vegera wan a ewle bo malên wan ye, û da zanîn ku çareseriyek din tune. Reşo got ku peymana 10`ê Adarê nêzîkî salvegera xwe ya yekem dibe bêyî ku li ser erdê bi rastî were bicîhanîn, tevî ku yek ji bendên wê vegera koçberên Efrînê bo malên wan e.

Silêman Reşo bang li rêxistinên mafên mirovan, Neteweyên Yekbûyî û saziyên wê yên mirovî kir ku rola xwe bi cih bînin û tavilê destwerdanê bikin da ku vegera koçberan hêsan bikin.

(k)

ANHA