Siyasetmedaran têkildarî destwerdana dewleta Tirk hişyarî da

Siyasetmedaran têkildarî domandina gef û destwerdanên dewleta Tirk ên li dijî Sûriyeyê hişyarî da. Siyasetmedaran destnîşan kir ku Enqere hewl dide bi bihaneyên cuda dagirkeriya xwe di xaka Sûriyeyê de berfireh bike û di aliyê siyasî, leşkerî û aborî de Sûriyeyê kontrol bike.

Siyasetmedaran têkildarî destwerdana dewleta Tirk hişyarî da
7 mijdar, 2025   02:35
REQA
MIZGÎN ELÎ

Ji destpêka krîza Sûriyeyê ya ji 2011'an ve, dewleta Tirk bi bihaneyên cuda destwerdanê di kar û barên Sûriyeyê de dike.

Girêdayî vê mijarê, endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mihemed Elî Derwîş ji ajansa me re got: "Tirkiyeyê gefên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li dijî Sûriyeyê ranewestandin. Çavnebariya wê ya dagirkirina Sûriyeyê di aliyê siyasî, rêveberî û aborî de heye."

Elî Derwîş got divê gelê Sûriyeyê cidiyeta gefên Tirkiyeyê baş bizane û ji bo projeyeke niştimanî ya giştî bixebite, xwe nespêre aliyên derve û got: "Ev qonax qonaxa gelan e berî ku bibe qonaxa hikumetan. Li Rojhilata Navîn gelek netewe hene ji wan jî Kurd in ku di sedsala borî de ji aliyê pergalên desthilatdar ve rastî zordariyê hatin û bi mafê wî yê rewa û hebûna wî îtîraf nehat kirin."

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yê Reqayê Menaf Mûsa got: "Dewleta Tirk her tim bûye sedema sereke ya tevliheviya li Sûriyeyê, ew jî bi rêya destekdayîna tevgerên çekdar û têkbirina însiyatîfên ji bo aramkirin û demokratîkkirina herêmê ye."

Mûsa got Enqere bihaneyên ewlekariyê ji bo destwerdana di Sûriyeyê de derdixe lê di rastiyê de ew siyasetên dagirkeriyê dide meşandin û hewl dide bi rêya avakirina baregehan li ser xaka Sûriyeyê, hebûna xwe ya leşkerî ferz bike û wiha domand: "Eger dan û standinên siyasî bi ser ketin û Sûriyeya nû hat avakirin, ew ê bibe dewleteke aştîxwaz û tu metirsiyê nede dewletên derdorê.”

Serokeşîrê eşîra Sebxa û endamê Meclisa Gelan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mihemed Turkî Soan destnîşan kir ku gefên dewleta Tirk li dijî Sûriyeyê ranewestîn û piştî rizgarkirina herêmê ji terorê ew êriş zêde bûn û got: "Armanca wê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û kontrolkirina Sûriyeyê ye."

Soan got biryara parlamentoya Tirkiyeyê ya dirêjkirina dema hebûna hêzên Tirk li Sûriyeyê bi armanca têkbirina aramiya herêmê û lihevkirina navxweyî ya Sûriyeyê ye. Soan banga hevgirtina nîştimanî ji bo parastina yekparebûna Sûriyeyê kir.

Her sê siyasetmendaran diyar kir ku divê çareseriya li Sûriyeyê sûriyeyî be û li ser diyalog û beşdariya wekhev a hemû pêkhateyên neteweyî û olî rabe.

(mh)

ANHA