Jinên Ciwan bi daxwaza azadiya Rêber Apo panelek li dar xist

Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê bi dirûşmeya "Bi hevaltiya komînal bi Rêber Apo re bijî" paneleke diyalogê li dar xist û diyar kir ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bidimînin.

6 mijdar, 2025   19:19
HELEB

Di çarçoveya rêzeçalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têne lidarxistin de, Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Helebê paneleke diyalogê bi dirûşmeya "Bi hevaltiya komînal bi rêber Apo re bijî" organîze kir.

Panel li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a li taxa Şêxmeqsûd pêk hat û bi deqeyek bêdeng dest pê kir, piştre endama Meclisa Ciwanan a Helebê Zeyneb Ebdo perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan xwendin.

Girêdayî mijarê Suad Hesen û Fatme Hesen ên ji cebhewiyên kevin in û derfet dîtine ku bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, li ser naveroka wan hevdîtinan axivîn. Her duyan behsa zehmetiyên li pêş têkoşîna wan ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma berê ve û qeydên civakî yên li ser jinan di wê demê de, kir.

Paşê, qad ji bo nîqaşê li pêş beşdaran hate vekirin. Endama Komîteya Perwerdê ya Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê Fikret Mistefa anî ziman ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xwedî girîngiyek pir mezin e, ji ber ku bi azadiya wî re, wê herêm îstîrar bibe.

Fikretê destnîşan kir ku felsefeya rêber Abdullah Ocalan ji bo hêsankirina têgeha wekhevî û jiyana hevbeş di nava her du zayendan de xebitî û jiyanek azad a rast ava kir.

Jina ciwan Sîlda Sirûr diyar kir ku projeya aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû pirsgirêkên civaka êşên wê dikişîne çareserî ne û got ji bo şopandina pêvajoya aştiyê li ser erdê divê Rêber Apo serbest were berdan.

Civîn bi dirûşmeyên silavkirina têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî, bi dawî bû.

(ac/fr)

ANHA