Partiya Sûriya Pêşerojê: Girtina rêyan gefê li diyaloga nîştimanî dixwe

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê diyar kir ku girtina rêyan li hemberî tevgera şêniyan di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bajarên din ên Sûriyeyê de, bandoreke neyînî li jiyana wan a rojane û pêşketina diyaloga nîştimanî ya Sûriyeyê dike.

Partiya Sûriya Pêşerojê: Girtina rêyan gefê li diyaloga nîştimanî dixwe
7 mijdar, 2025   05:50
TEBQA
RÊNAD EL ELÎ

Ji ber girtina rêya Selemiye-Tebqayê û rêya Dêr Hafir-Helebê ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve, krîzeke mirovî û aborî derketiye.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed El Xelef ji ajansa me re têkildarî mijarê got: "Biryara girtina rêyan piştî peymana 10'ê Adarê ji nişkê ve û bi awayekî yekalî hat dayîn."

El Xelef got ev biryar wek rêbaza zexta siyasî ya li dijî berjewendiya nîştimanî tê dîtin, nexasim ku di encamê de zehmetiyên welatiyan zêde dibin û dabeşbûna di navbera gelê Sûriyeyê de kûrtir dibe û di demekê de hatiye dayîn ku dan û standin di navbera hikumeta veguhêz û Rêveberiya Xweser de bi rê ve diçin.

El Xelef diyar kir ku di encama girtina rêyan de tevgera nexweş û xwendekaran hat astengkirin û derman û xwarin jî kêm bûn û got: "Ev rê ji bo gelê Sûriyeyê damarên jiyanê ne û gel bi hev ve girê dide. Divê ew ji nakokiyên siyasî dûr bimînin."

El Xelef wiha lê zêde kir: "Heta niha nehatiye zanîn bê kîjan alî li pişt girtina rêyan e yan jî bê ew bi destê hikumeta veguhêz an jî bi destê komên çekdar ên derqanûnî ye. Divê hikumet xwedî li berpirsiyariya xwe derkeve, rêyan veke û sûcdaran ceza bike."

El Xelef got Partiya Sûriya Pêşerojê bi diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê bawer e, ji ber wê divê hikumeta veguhêz erkên xwe pêk bîne û sedemên girtina van rêyan aşkera bike.

El Xelef got domandina girtina rêyan rewşa siyasî aloztir dike û dabeşbûnê kûrtir dike û got: "Divê qonaxa bê bibe qonaxa rûniştina li ber maseya dan û standinan û meşa li gorî berjewendiya giştî be û bibe qonaxa avakirina Sûriyeya demokratîk, pirreng û nenavendî ku tê de hemû pêkhate bi xwişk û biratî bijîn."

(mh)

ANHA