Li başûrê Lubnanê di êrişek hewayî de du kes hatin kuştin

Hêzeke Îsraîlê îro sibehê derbasî bajarekî Lubnanê kir û xaniyek teqand. Di êrişa hewayî de jî du kes hatin kuştin.

Li başûrê Lubnanê di êrişek hewayî de du kes hatin kuştin
27 tîrmeh, 2025   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro hêzên Îsraîlê derbasî bajarokê Keferkela yê Lubbaê bûn û gihiştin taxeke li rojhilatê bajarokê û li wir malek teqandin. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê, dengê teqînê li seranserê herêmê hate bihîstin.

Balafirên şer ên Îsraîlê îro sibehê li ser bajarê Baalbek ê li bakurê rojhilatê Lubnanê, geriyan.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, şeva borî, balafirên bêmirov ên Îsraîlê li bajarokê Debaal ê li navçeya Sûr avahiyek bombebaran kir, di encamê de du kes kuştin.

(k)