Siwara hespê Erebî 

Meryem li cem xebata xwe ya tenduristiyê, siwariya hespan dike, zarokan fêrî siwariyê dike. Pêwendiya bi hespan re û siwariyê wekî dermanek nexweşiyan pênase dike.

Siwara hespê Erebî 
Siwara hespê Erebî 
Siwara hespê Erebî 
Siwara hespê Erebî 
Siwara hespê Erebî 
Siwara hespê Erebî 
Siwara hespê Erebî 
Siwara hespê Erebî 
Siwara hespê Erebî 
Siwara hespê Erebî 
Siwara hespê Erebî 
Siwara hespê Erebî 
Siwara hespê Erebî 
22 hezîran 2024   05:05
QAMIŞLO
XALID ETA

Li mezraeyek Qamişlo di nava komek siwarên hespan û dengê nalên wan de jinek balê dikişîne. Meryem piştî bazdana hespan jî komek zarokan fêrî siwariyê dike. 

Meryem Zaal jinek 26 salî ya ji pêkhateya Ereb û ji bajarê Qamişlo ye. Di nava malbateke ku bi sewalvaniyê re mijul dibe û hespan xwedî dike de mezin bûye. Evîna wê ya ji bo siwariyê û hespan jî, di nava malbatê de destpê kiriye.

Li gorî Meryemê, bavê wê gelekî bi hespan re mijûl dibû û têkiliya di navbera wan de gelekî bala wê kişandiye û heskirina wê ji bo siwariyê derxistiye pêş. Ji zarokatiyê ve li ber destê bavê xwe fêrî siwariyê bûye û bi hespan re ji nêz ve eleqedar bûye.

HETA NÎVRO KEDKARA TENDURISTIYÊ, PIŞTRE SIWAR E

Meryem li cem fêrbûna siwariyê xwendina xwe jî temam kiriye û niha wekî hemşîre kar dike. Ji serê sibehê heta nîvro li nexweşxaneyekê hemşîretiyê dike, piştî nîvro jî bi hespan re mijûl dibe.

Li Mezraya Muxeyîrat El-Faris a li rojhilatê Qamişlo Meryem komek zarokên di navbera 6 û 17 saliyê de fêrî siwariyê dike. Li herêma Qamişol Meryem tekane jina ku siwariyê dike û perwerdeya wê dide zarokan e.

Meryem dibêje ku sedema bijartina wê ya vê werzîşê ew e ku hesp dibistanek e ku mirov jê fêrî nirxên hêja yên wekî xwebawerî, hêz, sebir, dilsozî û wêrekiyê dike. Meryem diyar kir ku hesp jî hevaltiya mirovan dikin, gelek tiştan fêr dikin.

Meryem behsa qonax û gavên perwerdehiyê kir û got: “Pêvajoya perwerdeyê bi danîna pêwendiyek di navbera şagirt û hespan de dest pê dike, bi deng hevdu nas dikin, bi hespan re di  axivin. Piştre bêyî ku siwar bibin, bi hespan re dimeşin. Piştre di bin kontrola perwerdevan de siwar dibin. Ev pêvajo 20 rojan didome.”

Meryem dibêje ku ji bo perwerdekirina siwariyê cudahî di navbera biçûk û mezinan de heye. Li gorî Meryem zarok ji mezinan zûtir fêr dibin, cesareta wan heye, liv û tevgera wan zêdetir e.

Meryem bal kişand ser pêwendiya di navbera mirov û hespan de û got: “Hesp yek ji rêbazên dermankirina gelek nexweşiyên derûnî ne. Zarokên ku nexweşiya otîzm bi wan re heye yek ji van e. Kesên ku nexweşiya piştê bi wan re heye jî dikarin siwariyê bikin û nexweşiyê derbas bikin.”

(a)

ANHA