Li Efrînê 2 kes hatin revandin

Îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 şênî li Efrînê revandin.

Li Efrînê 2 kes hatin revandin
26 hezîran 2024   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyê bi navê Nêçîrvan Mistefa Elî (37) yê ji bajarê Mabeta 22`yê Hezîranê ji pêşiya mala wî ya li taxa Mehmûdiye ya Efrînê revand. 

"Polîsa Leşkerî" ciwanê bi navê Ednan Namî (26) yê ji gundê Eyn Hecerê Mezin 13`ê Hezîranê revandiye û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Rêxistinê destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker revandina şêniyan ji Efrînê didomînin ji bo ku malbatên wan şantaj bikin û li beramberî berdana wan fîdye bixwazin.

(şx)