Li Qamişlo şehîdên meha Hezîranê hatin bîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo, ji bo bîranîna 97’şehîdên meha Hezîranê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne bi merasîmekê bi bîr anîn.

27 hezîran 2024   21:02
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan, ji bo bîranîna 97’şehîdên meha Hezîranê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo bi tevlîbûna malbatên şehîdan merasîma bîranînê li dar xist.

Piştî ku ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hat girtin, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.

Di axaftinê ku hatin kirin de qala kesayet û têkoşîna şehîd Zîlan hat kirin. Her wiha di axaftinan de hat diyarkirin ku her şehîdek bi çîroka jiyana xwe, bi sekna xwe peyama berxwedanê ye û banga têkoşîna israrkirina jiyana azad e.

Piştî axaftinan nasnameya 97’şehîdên meha Hezîranê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne  hatin xwendin.

Di merasîmê de wêneyên şehîdan hatin hildan û sloganên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.

(bm)

ANHA