Projeya Qenaya Xabûrê dê avê bide 270 hezar kesî

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê hindik maye projeya sererastkirina Qenaya Xabûrê bi dawî bike. Bi rêya vê projeyê dê 220 hezar donim zevî bên avdan û ava vexwarinê ji 270 hezar kesî re peyda bibe.

27 hezîran 2024   12:32
DÊRAZOR
ELÎ EREB

Li kantona Dêrazorê di qadên çandiniyê û avê de gelek pêşketin çêdibin ku Desteya Çandiniyê û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê ragihand ku dest bi sererastkirina Qenaya Xabûrê bi dirêjahiya 50 kîlometreyan kiriye.

Destpêkê werşeyan çîmentoya berê ya zirar dîtiye, bi dirêjahiya 43 kîlometreyan ji qenayê rakir. Dûre axa pêwîst û ji mîna van projeyan re guncaw, di qenayê de rêxist. Piştî wê çîmento kir. Niha proje di pêvajoya dawîn de ye.

3 stasyon avê berdidin qenayê ku dê sûdê li 220 hezar donim zevî bike.

Li gorî serokê nivîsgeha avdanê ya kantonê Ebdulhemdî El Celad ev proje ava vexwarinê ji 270 hezar kesî re bi rêya stasyonên Herîze, Hericiye, Xamiye Sewr û Mergedeyê, peyda dike.

El Celad têkildarî girîngiya projeyê wiha axivî: “Ev proje ne tenê binesaziya avdanê û avê li herêmê bi pêş dixe. Lê nîşaneya dilsoziya gerînendetiyê ye ku çandiniya li Dêrazorê bi pêş bixe. Ev proje dê çandiniyê li herêmê geş bike, jiyana şêniyên ku di çandinî û avê de xwe dispêrên Qenaya Xabûrê, bi pêş bixe.”

Li gorî hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê Mihemed El Dexîl, hindek maye proje bi dawî bibe û dê di çend hefteyên bê de bikeve meriyetê.

(şx)

ANHA