Kombûna Jinan a Zenûbiya civîna salê li dar xist

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya şaxê kantona Tebqayê civîna xwe ya salê li dar xist. Di civînê de hat gotin meclis amadekariya vekirina projeyan bo jinan dike.

27 hezîran 2024   17:12
TEBQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya şaxê kantona Tebqayê îro civîna xwe ya salê li dar xist. Di civînê de rewşa rêxistinî û xebatên meclisê û komîteyên wê hatin nirxandin. 

Civîn li hola Navenda Çandê ya Tebqayê li dar ket. Tê de endamên meclisê yên kantonê, bi dehan nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclisên wê, partiyên siyasî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin beşdar bûn.

Piştre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser rêxistinkirina jinan ji aliyê rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya şaxê Tebqayê Nûr Henefî ve hatin xwendin.

RÊXISTINKIRINA MECLISÊ

Endama Koodînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim rewşa siyasî şîrove kir û destnîşan kir ku par êrişên qirkirinê li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin pêkanîn lê li hemberî wan îradeyeke xurt, bi taybet ji hêla jinan ve, hat meşandin.

Girêdayî rewşa rêxistinî, rêvebera meclisê Semîra Hebeş destnîşan kir ku wan par girîngî da rêxistinkirin û pêşxistina destekdayîna jinan di hemû qadan de, da ku jin pêşengtiya civakê bikin û rola xwe ya durist di rêvebirina karûbarên civakê de, bilîzin.

Her wiha Semîra Hebeş got: "Êdî dem dema azadiya jinan û vegerandina pergala dayikê ye ku nûnertiya civakan bike.Ji bo wê jî divê em jinên pêşeng ên xwedî îrade biafirînin da ku ew piştgiriyê bidin doza jinan û civakên xwe rêxistin bikin û bigihîjin pergaleke demokratîk a pirreng."

Semîra Hebeş bal kişand ser xebatên par ên meclisê wek civîn, perwerde, çalakî, hemleyên civakî û panelan.

SÎNEVÎZYON Û ENCAMNAME

Piştî axaftinê sînevîzyonek li ser xebatên meclisê û komîteyên wê, hat pêşandan.

Di dawiya civînê de encamnameyek hat dayîn:

Berfirehkirina bingeha giresyê di çarçoveya plansaziyeke berfireh de ji bo gihîştina rêjeya herî mezin a jinan.

Erkdarkirina nûnerên Kombûna Jinan a Zenûbiya di komînan de.

Zêdekirina hemle, panel û serdanên hişyarkirina ji diyardeyên civakî.

Çareserkirina wan diyardeyan bi hevkariya komîn, meclis û kampan.

Bi hevkariya Desteya Perwerdê ji bo ciwanan li dibistan û peymangehan semîner û panel werin lidarxistin.

Vekirina projeyên aborî.

Zêdekirina çalakiyên bi daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

(mh)

ANHA