HRW: Dersînorkirina sûriyeyiyên ji Bexda û Hewlêrê derqanûnî ye

HRW’ê der barê rewşa penaberên sûriyeyî yên li Bexda û Hewlêrê de raporek weşand. Di raporê de hatiye bibîrxistin ku "hîna Sûriye ji bo vegera penaberan ne ewle ye" lê desthilata li Bexda û Hewlêrê bi awayekî derqanûnî penaberên sûriyeyî ji Iraqê derxistine û şandine Şamê û beşên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

HRW: Dersînorkirina sûriyeyiyên ji Bexda û Hewlêrê derqanûnî ye
27 hezîran 2024   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) di raporeke xwe de aşkera kir ku desthilata li Bexda û Hewlêrê penaberên sûriyeyî bi awayekî hovane girtine û şandine Şamê û herêmên Rêveberiya Xweser.

Rêxistinê diyar kir ku desthilata Iraqê, sûriyeyiyên belgeyên fermî pê re hene jî û bi rêya wê dikarin li Iraqê bimînin û kar bikin an jî kesên belgeyên penabertiyê yên Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê bi wan re hebin, dersînor kirine.

Rêxistinê di raporê de îşaret pê kir ku li Iraqê 280 hezar penaberên sûriyeyî hene, piraniya wan li Başûrê Kurdistanê ne û got li gelek herêmên Sûriyeyê ji 2018`an ve şer nîn e, lê Sûriye hîna ne aram e ku penaber lê vegerin.

Rêxistinê da zanîn ku dersînorkirina kesên daxwaza penabertiyê kiriye, sozên ku Iraqê wek aliyekî "peymana têkoşîna li dijî îşkenceyê ya NY`yê" û benda venegerandina bi zorê ya qanûna navneteweyî, binpê dike.

Tebaxa 2023`yan Meclisa Dadgehê ya Bilind a Iraqê, dersînorkirina sûriyeyiyan ji Iraqê qedexe kir. Lê desthilata Iraqê 18`ê Adara 2024`an biyaniyên ku şert û mercên niştecihbûna li welêt binpê dikin, destgîr kirin. Bi ser malên penaberên sûriyeyiyî de girt û gelek ji wan dersînor kir. 3`yê Nîsana 2024`an, desthilata li Başûrê Kurdistanê dayîna vîzeyan ji sûriyeyiyan re rawestand.

Li gorî rêxistinê, Wezareta kar û barên hundirîn a Iraqê heta niha bersiv nedaye nameyên wê yên têkildarî vê mijarê.

Penaberên sûriyeyî li Urdun, Lubnan, Qibris û Tirkiyeyê rû bi rûyî dersînorkirinê ne.

HRW`ê destnîşan kir ku divê hikumeta Iraqê yekser destgîrkirin, girtin û dersînorkirina penaberên sûriyeyî yên daxwaznameyên penabertiyê pêşkêş kirine, rawestîne û pergaleke pratîk ava bike ji bo ku rewşa penabertiyê li gorî pîvanên navneteweyî diyar bike.

17`ê Nîsanê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî sûriyeyiyên ji Iraqê hatine dersînorkirin û gihaştine herêmê, daxuyaniyek dabû.

(şx)