Şehîd Helmet li ser gora xwe hat bibîranîn 

Bi pêşengtiya Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê bi merasîmekê di 5’emîn salvegera şehadeta xwe de, kadroyê pêşeng yê PKK’ê Şehîd Helmet (Diyar Xerîb) li ser gora xwe hat  bibîranîn û soza şopandina têkoşînê hate dayîn.

Şehîd Helmet li ser gora xwe hat bibîranîn 
27 hezîran 2024   23:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Di merasîma 5’emîn salvegera şehadeta kadroyê pêşeng yê PKK’ê Şehîd Helmet (Diyar Xerîb) de ku li ser gora wî bi amadebûna malbata Şehîd Helmet, gelek siyasetmedar, endamên Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê, xizmên malbata şehîd, welatparêzên ji bajar, navçe û deverên cuda destpê kir.

Çalakiya bîranînê bi meşekê destpê kir û heta ser gora Şehîd Helmet dewam kir. Di meşê de dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Şehîd Helmet Namire’, ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.  Piştre çend axaftin li ser girîngiya têkoşîn û jiyana Şehîd Helmet hatin kirin.

Piştre li ser gora şehîd li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê Wehab Ehmed axivî û got; “Şehîd Helmet beriya 5 salan bi destê sixur, noker û dagirkeran şehîd bû. Hevalê Helmet di hemû waran de kesayeteke pêşeng, welatparêz, serkirde û şoreşgerekê mezin bû. Hevalê Helmet sembola têkoşîn, berxwedan û têkoşînê bû ku ji bo em hemû li pey têkoşîna wî û hevrêyên wî bimeşîn bû. Lewra divê em hemû li ser şopa têkoşîn, berxwedan û canfîdayiya şehîdan soza xwe nû bikin û heta dawiyê li ser xeta wan ya azadiyê bimeşîn.”

Herwiha piştre Dr. Bekir li ser navê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistan axivî û rol, kesayet, pêşengtî û şoreşgertiya bêhempa ya Şehîd Helmet nirxand û wiha got; “Cihê mixabiniyê ye ku hêzeke weke PDK ku behsa Kurdîtiyê dike û pêngav bi pêngav dikeve pêşiya artêşa Tirk a dagirker. Ev ji bo PDK ya xiyanetkar rûreşiyeke dîrokî ye.”

Di dawiyê de Dr. Bekir wiha got; “Têkoşîna gerîla gihiştiye qonaxeke pir serkeftî û dewleta Tirk her cûre çekên qedexe û kîmyayî bikar tîne. Bêyî ku serweriya tu aliyekî li ber çavan bigire, niha bi hêzeke mezin ber bi Başûrê Kurdistanê ve tê. Tu hêz û aliyek rê li dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê nagire. Di vê merasîmê de ya girîng ewe ku em bêjîn dijmin tu ferqê naxe navbera ferdên Kurd û bi awayekî kor jenosîdê li dijî gelê Kurd û Kurdistanê pêk tînin. Lewma erkê her ferdekî Kurde ku helwesteke cidî nîşan bide û li ber xwe bide.”

Di dewama merasîmê de çendîn axaftin hatin kirin û helbest ji aliyê hevrêyên Şehîd Helmet û welatparêzan ve pêşkeşî Şehîd Helmet hatin kirin.

Şehîd Helmet (Diyar Xerîb) ku Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê bû, di 5’ê Tîrmeha 2019’an de di encama êrişeke hewayî ya balafirên şer ya dewleta Tirk a dagirker de li Qendîlê bi du hevrêyên xwe yên gerîla re şehîd bû.