Şêniyên Tebqayê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir

Bi sedan şêniyên kantona Tebqayê û endamên saziyên wê, destnîşan kirin ku ew dev ji rêgeza Rêber Abdullah Ocalan bernadin, di heman demê de tecrîdê û komploya li dijî wî red dikin. Her wiha gotin ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin dê têkoşînê mezin bikin.

25 hezîran, 2024   13:00
TEBQA

Li ser bangewaziya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya bi sedan şêniyên kantona Tebqayê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê, deste, meclisên wê, endamên partiyan û Weqfa Jina Azad, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Meş ji pêşiya Parka Şehîd Hevrîn Xelef a li taxa Sêyemîn a bajarê Tebqayê, dest pê kir û li pêşiya navenda Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya rawestî û veguherî mitingê.

Li wir endama rêveberiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya Huda El Elî axivî û destnîşan kir ku êdî siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî nirxên mirovahiyê û azadiyê ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan dike, aşkera bûne.

Huda têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan bi bîr xist û got di dîroka mirovahiyê de ew têkoşîn yek ji guhertinên herî girîng e ku projeya neteweya demokratîk vejand.

Huda wiha domand: "Em baş dizanin çi plan li dijî rêberê mirovahiyê Rêber Abdullah Ocalan dikin. Ew li hember siyasetên hovane û dijminane yên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dide. Têkoşîna wî ya berdewam e, komplo têk bir û wî girava Îmraliyê kiriye minareya felsefeya jiyana azad."

Huda xemsaziya civata navneteweyî li hember sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên kirin û bêdengiya wê û paşguhkirina dozeke mirovî şermezar kir û wiha pê de çû: "Bi saya Rêber Abdullah Ocalan gelên herêmê rizgar bûn. Em vê tecrîdê û komployê red dikin. Ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û em serkeftinê bi dest bixin, dê têkoşînê mezin bikin."

Di dawiyê de Huda got: "Divê dewleta Tirk baş fêm bike ku nikare bigihêje armanca xwe, ji ber ku gelên li herêmê xwedî li fikrê azad û felsefeya bê hempa derketiye ya ku gelên bindest diparêze."

(şx)

ANHA