ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28 - 6 – 2024
![ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28 - 6 – 2024](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202406/image_870x_667dcc941ed7e.jpg)
Jinan ji pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku heta azadiya wî ya fîzîkî bi dest bikeve, ew ê têkoşînê bidomînin.
28`ê Hezîranê salvegera 4`emîn a damezirandina Yekitiya Ragihandina Jinan e. Yekitiyê di demeke kurt de ji nûçegihanên jin re bû sîwan û hewl dide nûçegihanên jin ên sûriyeyî bike yek.
Jinên Kantona Firatê berxwedana girtiyên di zindanan de silav kirin û piştgiriya xwe bi wan re nîşan dan.
Serhildana Şêx Seîd serhildana yekemîn e ku piştî ragihandina sînorên “Komara Tirkiyeyê” bi serokatiya Mustefa Kemal Ataturk, li Kurdistanê dest pê dike.
Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Til Hemîsê ya kantona Cizîrê bi beşdariya siwarên ji bajarok û bajarên kantonê pêşbirka hespên erebî li dar dixe, saet 07:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Ji bo bîranîna werzîşvan ˊDîfa Hiboˊ Tîma Berxwedan a Werzîşê bi hevkariya Meclisa Werzîşê ya kantona Cizîrê re turnuvayeke vekirî ya bing bongê ji bo jin û mêran re li hola Stadyûma Şehîdên 12ˊê Adarê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Xelkê Dêrikê yê kantona Cizîrê li navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya bajêr şehîd Zîlan bi merasîmekê bi bîr tîne, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Bi sponseriya Yekitiyên Jinên Ciwan li Parka Azadî ya li bajarê Qamişlo bi diruşma ˊZîlan xwedawenda Azadiyêˊ Mîhrîcana 4ˊemîn a Şehîd Zîlan li dar dixe, saet 19:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)