‘Dewleta Tirk ji hevgirtina pêkhateyên herêmê ditirse’
Şêniyên Til Temirê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji ber ku ji hevgirtina gelên herêmê ditirse, êrişên xwe li dijî herêmê zêde dike. Şêniyan destnîşan kir ku ew ê li hember planên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin.
Dewleta Tirk a dagirker bê navber êrişî herêmê dike. Lê şêniyên herêmê diyar dikin ku ev êriş, vîna wan a berdewamkirina berxwedanê naşikîne.
Şêniyên bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê ku li eniyên şer e, li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên rojane li ber xwe didin û der barê armanca êrişan û helwesta xwe li hember wan êrişan de ji ajansa me re axivîn.
Şêniyê bi navê Îmam Elo got: "Dewleta Tirk ji van êrişan dixwaze projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser têk bibe, ji ber ku ew bi xwe ji hevgirtina pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan û Asûr ditirse."
Elo wiha domand: "Dewleta Tirk tu rêbaz nehişt ji bo ku Rêveberiya Xweser têk bibe, çi bi rêya çeteyên `Artêşa Nîştimanî` yan jî bi rêya qutkirina ava stasyona Elok a li Serêkaniyê yê dagirkirî."
‘DEWLETA TIRK NIKARE PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER TUNE BIKE’
Her wiha Elo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker nikare projeya Rêveberiya Xweser tune bike, ji ber ku gelê herêmê xwedî li axa xwe û vê projeyê derketiye.
Şêniya bi navê Hemdiye Mihemed Gotî jî got: "Dewleta Tirk li ser terorê ava bûye. Ji destpêka aloziyê ve, gelek rêxistinên terorîst ava kirin û piştgiriya wê kir. Dema Rêveberiya Xweser hate damezirandin jî, piştgirî da DAIŞ`ê û Artêşa Azad, kir. Tenê ji bo ku projeya Rêveberiya Xweser a li herêmê têk bibe."
Hemdiye destnîşan kir ku bi ragihandina Rêveberiya Xweser re ku dê hilbijartinên şaredariyan li dar bixe, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirin û gef xwar ku dê careke din herêmê dagir bike.
Hemdiye wih pê de çû: "Em hemû amade ne li hember wan êrişan bisekinin. Em ê herêmê xwe ji Erdogan û hevalbendên wî û her kesê dixwazin destkeftiyên gelê me têk bibin, biparêzin."
‘TIL TEMIRÊ BI PIRPENGIYA XWE Û JIYANA AŞTIYANE NAVDAR E’
Şêniyê bi navê Hesen Ezîz Şendî jî got: "Dewleta Tirk bi êrişan, hewl dide hegemoya xwe li herêmê ferz bike. Lê belê pêkhateyên herêmê li hember tevahî planên wê sekinîn û dê careke din bi hevgirtina xwe li hember wê bisekinin."
Şendî wiha anî ziman: "Ji 2011`an ve, dewleta Tirk xwest bikeve herêmê û wê dagir bike. Lê belê bi ser neket. Ji ber ku şêniyên Til Temirê li ber xwe dan û ev bajar bi pirrengiya xwe, jiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên bajêr de û hevgirtina wan li hember êrişan, navdar e."
(şx)
ANHA