Piştî ku çeteyan zarokek kuşt dikandaran dikanên xwe girtin

Piştî kuştina zarokekî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve li bajarokê Silûkê yê Girê Spî yê dagirkirî, dikandar dikanên xwe girtin.

Piştî ku çeteyan zarokek kuşt dikandaran dikanên xwe girtin
27 hezîran 2024   14:45
EYN ÎSA

Çavkaniyên xwecih ji bajarokê Silûkê yê dagirkirî ragihand ku li bajarok dikan hatine girtin û bang tê kirin ku li dijî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê xwepêşandan li dar bikevin.

Li gorî çavkaniyan, çeteyên dewleta Tirk duh bi hev ketin û di encamê de zarokê bi navê Haris Îbrahîm El Elan (13) hate kuştin û bavê wî Îbrahîm El Elan jî birîndar bû. Ji ber wê şêniyan ev helwest nîşan daye.

Çeteyên Cebhe El Şamiye û Polîsên Leşkerî li bajarokê Eyn Erûs ê bajarê Girê Spî li ser parvekirina pereyên sexte bi hev ketibûn.

Li bajarê Girê Spî yê dagirkirî ji 9`ê Cotmeha 2019`an ve, ewlehî nîn e, çete sûcên herî hovane li dijî şêniyan dikin, wan direvînin, dikujin û mal û milkên wan talan dikin.

(şx)

ANHA